• DOLAR 32.583
  • EURO 34.827
  • ALTIN 2501.793
  • ...
"Li lawê min 40 roj îşkence kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dayika  Hesen Suslu, zilm û zordarîya ku heta îro dîtine ji ÎLKHAyê re parve kir. Dayika dilsoj wiha got: Ez carek din dîsa di salvegera roja dayikan de ji lawê xwe dûr im. Lawê min  Hesen ji ber  xebatên xwe yên îslamî  di sala 1994an de hat girtin û hêj jî di hepsxaneyê de ye.”

“Bila Xwedê Teala heqê me li wan kesên ku vê zilmê  lime kirine nehele

Dêya Hesen Suslu axavtina xwe wiha domand: “Lawê min hêj 17 salî bû diçû camîyê, nimeja xwe dikir. Polêsan lawe min Hesen ji camîyê birin û ev tam bû 21 sal e hatiye girtin. Ev bû demeke zêde min lawê xwe nedîtîye. Lewra nikarim têkevim rêyên dirêj û wekî din jî ez gelekî  nexweş im. Encax serê du heftîyan careke dikarim bi lawê xwe re bipeyivim. Xwedê Teala heqê min ji wan kesên ku ji vê tiştê re bûne sedem re nehele.”

“Lawê min tî û birçî hiştine, îşkenceyên dijwar lê kirine”

Fadîme Suslu di derheqê girtina lawê xwe de wiha agahî dan: “ Lawê min Hesen, her roj diçû cem bavê xwe û li wir dixebitî. Lawê min her roj ji bo xwarina nîvro dihat malê. Dîsan rojek ji rojan bû dema nîvro derbas bûbû, lê belê lawê min nehate malê. Ez ketim metirsîya  wî. Demek derbas nebû dengê derî hat. Dema ku ez çûm derî vebikim min dît ku  ji dêlava Hesenê min ve polîs hatine.  Bi zordarî têketin nava malê û Hesen ji min pirs kirin.Min got ne li malê ye. Polîs çend rojan li mala me man û qereqol sazkirin. Nedihiştin kes ji malê derkeve û tu kes jî were malê. Piştî çend rojan polîs ji mala me çûn. Piştî ku ew çûn ez û bavê Hesen nezî 40 rojî li Hesen gerîya. Lê belê me ew nedît.

“Dayê! Ez im ez, lawê te Hesen daye ma te ez nas nekirim ?”

Fadîme Suslu mexdurîyetên xwe wiha domand: Roj bi vî awayî derbas dibûn heta ku yekî xeberek anî ku Hesenê min  saxe û di girtîgehê de ye. Edî ez çûm ziyareta lawê xwe. Dema ku li hepsxanê ez çûm cihê hevdîtinê xortek li wir bû. Min jê re wiha got ‘Lawê min ji kerema xwe re gazî lawê min Hesen bike.’ Min ev tişt jê xwest. Lêbelê bersiva ku wî xortî da min ev bû Dayê! Ez im ez, lawê te Hesen. Dayê ma te ez nas nekirim?’ Çawa ku wî xortî ev bersiv da min , weke ku cerek ava cemidî li ser serê min hat rijandin. Lewra min lawê xwe nas nekiribû. Ew qas îşkence, zilm û zordarî lê hatibû kirin ku min lawê xwe nas nekir.

“Sûcê lawê min çi ye?”

Fadîme Suslu wiha dawî li axavtina xwe anî: Ew kesên ku ji sûcên Ergenekon û terorê di hepsxaneyan de bûn hatin berdan. Ji ber çi lawê min bernadin. Sucê lawê min  çi bû ku wî bernadin. Gelo sûcê lawê min kirina nimejê ye, ders dayîna Quranê ye an ne sûcê wî ji ber ku şexsekî dîndar bûyîne?” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir