• DOLAR 32.565
  • EURO 35.02
  • ALTIN 2423.292
  • ...
Xortên Bismilê ji bo kitêbxanêyê kitêb berhev kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Bismilê ji ber ku kibêbxaneya navçeyê ya gel ne aktife xortên bi navên; Omer Akaydin, Mazlûm Şîmşek û Receb Guren e bi hewldanên xwe ji bo avakirina kitêxaneyê biryar sitandin.

Xortan ji bo berhev kirina pirtûkan li kolana Azadîyê stand vekirin. Civanan di derbarê berhev kirina kitêban de got: Gelê me ji bo avakirina kitêxanêyê dikarên kitêbên xwe yên nû û kevn bexşê me bikin.

Organîzatorê komê Omer Akaydın di derbarê xebatên xwe yên berhev kirina pirtûkan de wiha ragihand: Civanên me wextû demen xwe li înternet kafêyan derbas dikin. Kitêbxaneyek xweşik van xortên me ji van derdor û ziraran diparêze. Encax bi xwendina kitêban wê bêexlaqî ji holê rabe.

Akaydin her wiha got: Ji bo avakirina kitêbxaneyê me serlêdana Qeymekamê Bismilê, Şaredarîya Bismilê, Miduryeta PerwerdeyaNetewî ya Bismilê û Kitêbxaneya Gel a Parêzgeha Amedê kir lê me bersivek neyînê  wergirt. Li Bismilê kitêbxaneya gel bi fermî heye lê ne aktif û çalak e ji ber vê yeke valahîyek mezin çêbuyê û me jî dest bi berhev kirina pirtûkan kir.

Akaydin di dawîya axaftina xwe de bang li xêrxwaza kir û wih îfade kir: Kitêbxaneya me li hember Mala Mamosteyan e, telefona me jî, 0545 744 0021 e. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir