• DOLAR 32.602
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2497.616
  • ...
Medyaya sosyal mirovan dixe antîsosyal
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çend civakên mîna Ciwaka  Îlm, Fikir û Nirxên Însanî, Civakên Alîkarê yên Însanî yên ku li Zanîngeha Mûşê fealîyetan dikin li Zanîngeha Mûşê konferanseke bi navê ‘Berpirsîyarîyên Cîwanên ê Zanîngehvanî’ li dar xistin. Nivîskar Nehîr Aydin Gokduman bi wesfê axaftvan beşdarî konferansê bû.

Konferans bi xwendina Qur’anê dest pê kir. Dûvre li ser navê çar civakên xwendevanan akademîsyên Îkram Fîlîz axavtin kir.

“ Divê Îslam di her qada jîyanê de cihê xwe bigire”

Fîlîz li ser mijarê wiha axivî: “ Divê Îslam di her qada jîyanê de cihê xwe bigire. Divê misilman jîyana xwe li gorî îslamê rêk û pêk bikin. Misilman divê li mal, sûk, dibistan, cihê karên xwe û li her derî divê îslam çi ji wan re gotibe divê bi wî awayî tev bigerin.

“Xwedê ji me dixwaze ku em bibin ometeke îtîdal”

Nivîsakar Aydin Nehîr Gokduman  jî di bername yê de wiha axivî: “ Dema ku em li Qur’anê dinihêrin Xwedê Teala di sureta Beqeretê de kevneşoperestîyan rexne dike,  her wiha dema em sureta Mûtaffîfîn dinihêrin îcar jî nûjênperestîyan rexne dike. Dema ku ev li van her du suretan dinihêrin wê demê em fêm dikin ku      Xwedê ji me dixwaze ku em bibin ometekî îtîdal.”

“Divê neyê ji bîr kirin ku Xwedê li medyaya civakî de jî me dibîne”

Nîvîskar Gokduman axavtina xwe wiha domand: “ Her çi qas wext derbas dibe mirov jî ew qas  dikev in nava tenêtîyê. Sedema vî tîştî ya herî girîng jî medyaya civakîye. Xwendevanekî zanîngehvanî li ser facebookê bi hezaran hevalên wî  hene. Lê belê li zanîngehê hevalkî wî yê ku derdê wî guhdar bike tune ye. Ya rastî medyaya sosyal mirov dixe antîsosyal. Di medyaya sosyal de hestên mahremî ji holê radibin. Gelek xort û keçên misilman dema  medyaya civakî bikartînin ji ber ku tu kes wan nabîne gelekî rehet hereket dikin. Divê neyê ji bîr kirin ku Xwedê li medyaya sosyal de jî me dibîne.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir