• DOLAR 32.331
  • EURO 35.08
  • ALTIN 2296.53
  • ...
Li Aksarayê bernameya wîladeta pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Aksa-Dera ya ku endama Platforma Evîndarên Pêxember e li Aksarayê  ji bo wîladeta pîroz bi navê Rêberê bêhempa Hz. Mûhammed’ bernameya wîladeta pîroz hat li dar xistin.

Digel rewşa hewayê ne baş bû jî li Qada Hikumeti bi hezaran kes beşdarê bernameyê bûn. Bername bi xwendina Qur’ana pîroz dest pir. Pişte tîlaweta Qur’ana Kerîm, li ser navê Platforma Evîndarên Pêxember a şaxa Aksarayê Nezîr Tûnç axaftina destpêki kir.

Tunç di derbarê Platforma Evîndarên Pêxember agahî da û got: Platforma Evîndarên Pêxember di sala 2006an de hat damezrandin û li cîhanê cur bi cur bernameyên wîladeta piroz li dar dixe. Gele misilman me alaqayek girîng û mezin nîşanê van bernameyan dide.

“Hz. Mûhammed rêberê me yê yekane ye”

Tunç her wiha got: Xweda Teala hezkirina xwe bi hezkirina qasidê xwe ve girê daye. Ji ber vê yeke em jî îro wîladeta qasidê Xwedê pîroz dikin û gelek bextewar û kefxweş in. Em li Aksarayê bang dide Medîneyê! Ya Qasidê Xwedê em wek evîndarên te ji te pir hez dikin. Evîndarên te îro li Qada Hikumeta Aksarayê li hev civîyayê û te bi tekbîr û selewata bi bîr tînin. Evîndarên te dibêjin ‘Tu rêberê me yê yekaneye.

Piştê Tûnç, hunermendên ajansa Ozlemê îlahî û sirûdê îslamê xwend û beşdarên bernameyên bi kêf û coş kirin.

Pişt re digel baranê mewlûd hat xwendin û  gelê Aksarayê digel baranê bi coşek mezin mewlûd guhdarê kirin.

Îlahîyatnas Omer Çelîk di bernameyê de axaftinek kir. Îlahîyatnas Çelik di axaftina xwe de got: Evîndarên pêxember ên rêzdar, ez naxwazim hûn li bin baranê şil bibin ji bo vê yeke ez axaftina kur bi kurtasî dikim. Me wek Platforma Evîndarên Pêxember li Tirkîye yê li 350 cîhan bernameyên wîladeta pîrz li dar xist.

“Bawer bikin ku em evîn û eşqa pêxember ji we hîn dibin”

Çelîk wiha ragihand: Armanca van bernameyên tên li dar xistin ji bo naskirina Qasidê Xwedê û doza wî ye. Ji bo suneta tatbîq kirina qasidê Xwedêye ku em van bernameyan li dar dixin. Ji xwe hûn evîndarên pêxember in. Bawer bikin ku em evin û eşqa pêxember ji we hîn dibin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir