• DOLAR 32.392
  • EURO 35.145
  • ALTIN 2324.16
  • ...
Nasrallah: Emrîka dixwaze Rojhilata Navîn parçe parçe bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekretere Giştî ya Hîzbullahê Hesan Nasrallah wiha ragihand: “ Emrîka ÎŞÎDê binêta ku dewletên herêmê parçe bike bikar tîne. Emrîka dixwaze ku her welat dinav xwe de him ji alîyê mezhebê him jî ji alîyê nîjadê ve parçe bike. weke mînak Emrîka dixwaze Iraqê ji alîye ereb û kurd û her wiha dîsa bi şiklê  şîî û sunnî ji hevdu cuda bike. Dîsa li Surîyê jî dixwaze heman plana ku dixwaze li Iraqê bike li wir jî bike.”

“Emrîka û sîyonîst  di pey şerekî  ku dê sed sal berdewan bike de ne”

Hasan Nesrallah bal kişande li ser mijara şerê navxweyî û wiha axivî: “ Tiştê ku em ê lê şahid bibin tiştekî tenê ye. Emrîka û sîyonîst Îsraîl plana di destê xwe de dixin fealîyetê da ku di nav welatên Rojhilata Navîn de şerekî navxweyî derkeve da ku dewlet di nav xwe de parçe parçe bibin.  Gava yekemîn ji bo vê parçekirinê li Iraqê hat avêtin. Kongreya Emrîkayê ji bo parçekirina Iraqê çek û sîlehan bidin komên çekdaran dixwazê biryarê bistîne. Emrîka dibêje dewleta Iraqê dewleta şîîya ye û dibêjin hêmanên Kurd û sunnîyan heye. Dibêjin qey li Iraqê dewletek tuneye û buye parçe parçe.

“Otorîteya aliman xwest in ku hemû Iraq werê parastin”

Nasrallah axaftina xwe wiha domand: Alimên Iraqê bes parastina herêmekî, bajarêki an bes parastina mezhebekî nexwest in. Otorîtya aliman tu cudatî nekir nav gele Iraqê. Aliman xwest in hemû erdnîgarîya Iraqê werê parastin. Bajarê Silhaddin bi navê bajarê sunniyan tê bi navkirin, digel vê Hêzên Gel a Dildaran gelek şehîd ji bo parastina bajarê Selhaddin da. Ev jî nişan dide ku li Iraqê mezhebvanî tuneye.

“Ew dixwazin Iraqê, Sûrî, Yemenê û welatên din dabeş û parçe bikin”

Nasrallah li ser plan û projeye Emrîkayê sekini û wiha domand: Ey gele herêmê vê yeke baş bizanin ku ev plan gelek xeternak e. Ew dixwazin werin Iraqê parçe bikin pişt re wê Sûrî, Yemenê û welatên din dabeş û parçe bikin.

“Ev herêm xwedîyê dîrok û dahatûya hevpar e”

Nasrallah dewlêtên herêmê jî ji bo deq û dolabên Emrîkayê hişyar kir û wiha ragihand: Dabeşkirin û parçekirina Iraqê, Sûrî û Yemenê wê li sere wan jî bibe bela û di sere van welatan de jî Erebîstana Siûdî tê. Bile nesl û nifşên me ji van pirsgirêkan bê agahdar  nebin. Rojhilata navîn xwedîyê dîrok û dahatûya hevpar e. Xetere û pirsgirikên herêmê heman e.

“Emrîka dixwazê bi plan û projeyên xwe herêmê bikin nav şerê bi deh salan”

Nasrallah her wiha, got: Emrîka dixwazê bi van plan û projeyên xwe herêmê kaş bike nav şerê bi deh salan. Heke em misilman dixwazin bi Emrîka û Îsrail re şer bikin divê em van proje û planan piçuk nebinin û pêşî li van planan bigrên.

“ Rejima Siûd xelkê herêmê di derbarê Yemenê di xapîn e”

Nasrallah di derbarê erişen ku bi piştevanîya işxalkerê Emrîka û sîyonîst Îsrail û bi serokatiya rejima Siûd ve çil roj berê li xelkê Yemenê hatibû kirin jî bi bîr xist û wiha nirxand: Rejima Siûd dibêji ‘Em gihaştin armanca xwe’ ev gotin xapandinek mezin e. Mixabin em dibêji ku ev gotin bi tevahî derew e û ez wek ereb ji Koalîsyona Ereban  di pirsim, ‘Gelo we di kîjan warê de serfketin bi dest xisit, hûn gihaştin kîjan armancên xwe? Gelo hikumeta Mansur Hadî şunda hanîn? Tevgera Ensarûllah hat sekinandinê, çek û sîlahên wan hat bi dest xistin? Erê ev erîşên li xelkê Yemenê hat kirin ne gihaşt armanca xwe.

Nasrallan wiha dawi li axaftina xwe anî: Armanca rejima Siûd, Yemenê wek bere cardin bikin bin destilatiya xwe û ji bo vê yeke Yemenê wîran û kanbax diki. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir