• DOLAR 32.372
  • EURO 34.964
  • ALTIN 2325.233
  • ...
Li Xarbpêtê bernameya Mewlûda Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya ku ji teref Yenî Îhya-Derê ve hat li dar xistin di saet 13.30î de bi xwedndina Qur’ana pîroz dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’anê mewlûdxan mewlûdê xwendin.

Derhênerê Weşana Giştî ya Dogruhaberê  Mehmet Goktaş di bernameyê de bi erka mêvantîyê cihê girt.

“Ey birayên min! Divê em zextê li berpirsyarên xwe bikin da ku di rêya Xwedê de biçin”

Derhênerê Weşana Giştî ya Dogruhaberê  Goktaş di bernameya Mewlûda Pîroz de di derbarê Hz. Muhammed û di derbarê meseleyên rojanê de wiha axivî: Ey birayên min! Divê em zextê li serok û îdaravanên xwe bikin da ku di rêya Xwedê û Resûlê wî de biçin. Heger em zextê li serok û berpirsyaryarên dewletê xwe nekin ew ê bibin fîr’awn. Resûlê Xwedê di hedîsekê xwe de wiha dibêje ‘Xwedê tirsa min ji dûrîtîya mehekî têxiste dilê dijminan.’    Ji wan kesên ku îro li ser serê misilmanan seroktî û îdarrevantîyê dikin kîjan kafir ji wan ditirsin.

“Gelo Hîndîstan an  Çîn an jî sîyonîst Îsraîl  ji te ditirse”

Goktaş her wiha axavtina xwe wiha domand: Ey pîreka ku li ser Bangledeşê îdarevantîye dike kî  ji te ditirse. Gelo Hîndîstan an jî Çînan jî sîyonîst Îsraîl  ji te ditirse? Hêz û qûweta te ji Abdulkadir Molla, Kameruz Zaman û yên ji weke wan re heye ne wiha? Dengê te li hembêrî alimên îslamê derdikeve .L lê belê l hembêrî kafiran tu nikarî bibêjî kişt jî.

“An hûnê bişibin Resûlê Xwedê an jî hûn ê bicehimin û ji van deran biçin”

Goktaş wiha dawî li axavtina xwe anî:  Ey Sîsî, ey fîrawnê Misrê! Ji bo Xwedê ji min re bibêje ka gelo sîyonîst Îsraîl ji ite ditirse? Lê belê zindanên Misrê bi endamên Îxwanûl-Mûslîmîn hatîyer dagirtin. Di wan zindanan de Muhammed Mursî, Muhammed Bedîî hene. Ji ber vê yekê em dibejin hûn ê bişibin Resûlê Xwedê, hûn ê di rêya Resûlê Xwedê biçin.  An hûn ê bişibin Resûlê Xwedê an jî em ê we bişibînin an jî hûn ê bicehimin û ji van deran biçin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir