• DOLAR 32.597
  • EURO 34.802
  • ALTIN 2429.804
  • ...
Yetîm-Der rapora faalîyetan a meha nîsanê aşkere kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di derbarê vê mijarê de serokê Yetîm-Derê Fikrî Karavîl rapora faalîyetan bi raya giştî re parve kir.
Fikrî Karavîl di derbarê faalîyetên xwe yen komelê ragihand:  Di warê alîkarîyê de nexasim em alîkarîyê ji zarokên sêwî re digihijînin.  Em dixwazin ku di vê mijara alîkarîyê de temamê kesên ku derfet û îmkana wan hebe divê di vê mijarê de hesas bin. Her wiha  her kesê ku yekî sêwî dîtibe  an jî zanibe divê teqez agahîye bidin me. Lewra ev agahîyên wiha ji bo me girîng in. Dema ku em van kesên sêwî tesbît dikin heta ji destên me  tê em alîkarîya wan  dikin.
Arîkarîyên meha nîsanê yên ku Yetîm-Derê kiriye wiha hat diyar kirin:
-Ji 213 sêwîyan re bi tevahî  14 hezar 910 lîre arîkarîya mehanê
-Ji 26 sêwî yan re bi tevahî 2 hezar 600 lîre arîkarîya perwerdehîyê
-Ji dêya sê sêwîyan re bi tevahî 17 hezar 810 lîre alîkarî ya mehanê
-Ji 35 malbata sêwîyan re bi tevahî hezar 750 lîre alîkarîya erzaqê
-Ji 48 malbata sêwîyan re bi tevahî  di bûhaya  2 hezar 400 lîreyê de alîkarîya goşt
- Ji bo zarokên sêwî re bi  tevahî 125 lîre alîkarîya lîstokan
- Ji bo du malbatên ku nû zewicînê  bi tevahî 6 hezar 720 lîre alîkarî ya zewicînê
-Tevahîya alîkarîya meha nîsanê ya ku Yetîm-Derê kir iye gişt 28 hezar 805 lîre ye (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir