"El-Mansûr: 'Li pişta êrîşên ku li Yemenê tê kirin îsraîl heye"
El-Mensûr di bernameya ku Weqfa Seîdê Nûrsî a ku xebatên îslamî li Basela Swêdê dike de di derbarê êrîşên ku bi piştevanîya dagirkerê Emrîkayê ji alîyê Siûd û erebên din ve li dijî gelê Yemenê dihat kirin de axivî.
Aktîvîstê Yemenî Eymen El-Mansûr di derbarê êrîşên ku li Yemenê tên kirin de wiha got: “ Îro heger li Yemenê xwîna însanan tê harikandin berpirsîyar û sedema vê Emrîka û îsraîl e. Emrîka îro dixwaze ku di nav misilmanan de fitne û fesadîyê geş bike. Ji ber vê jî di navbera şîî û sunîyan , zeydî û şafîîyan, misliman û xiristîyanan fitne û fesadîyê geş dike. Her wiha Emrîka dixwaze k udi navbera şîî û sunnîyan de şerekî derxene.”
“Divê dinya ji Siûdî Erebîstan re bibe asteng”
El- Mensûr axavtina xwe wiha domand: “ Di dîroka Yemenê de heya îro di navbera misilmanan de şerê şîîtî û sunnîtî pêk nehatîye. Îro Yemen tê bombebaran kirin. Dema ku balafir bombeyan diavêjin nabêjin li vê taxê sunnî li wê taxê şîî an jî li vê derê zeydî û taxa din jî şafîî rûdinin. Dema ku bombe di ser xanîyan de dibarin him zeydî û şafîî him jî şîî û sunî jî tên qetil kirin. Ji ber vê jî divê dinya ji Siûdî Erebîstanê re bibe asteng."(ÎLKHA)