• DOLAR 32.549
  • EURO 34.824
  • ALTIN 2430.024
  • ...
SON DAKİKA
"Li taxa Sogutluyê ya Midyadê bernameya Mewlûda Pîroz a yekem"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bername bi xwendina mewlûdê dest pê kir. Rûnîştîyên taxa Sogutluyê eleqeyekî mezin dane bernameya Mewlûda Pîroz. Piştî xwendina mewlûdê, hûnermendên îlahîyan cur bî cur îlahî xwendin.

“Rêberê me yê bêhempa û bêmînak Hz. Muhammed e”

Lêkolîner û nivîskar Îsmaîl Çevîk  di bernameya Mewlûda Pîroz de wiha axivî: “ Bernameyên ku îsal ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tên pîroz kirin bi navê ‘Rêberê Bêhempa Hz. Muhammed’ tên pîroz kirin. Sedema vê binavkirinê ev e: Li gorî rîwayetekî  dema ku Hz. Adem ji cennetê hat qewirandin û tê li ser rûyê dinyayê ji Xwedê re wiha lavayî dike ‘ Ya Rabbê min. Min ji hûrmeta Muhemmeda ku navê wî li cennetê hatîye nivîsîn bibexşene.’ û Xwedê wî efû dike. Ji ber vê sedemê ye ku Rêberê me yê bêmînak , bêhempa Hz. Muhammed e.”

Îsmaîl Çevîk wiha dawî li xeberdanên xwe anî: “Ji bo  em karibin rêya Hz. Muhammed  a ku her tim dibêje ‘Ummeta min, Ummeta min’  bişopenin; divê em gelekî baş bifikirin.”

 Bername piştî xwendina îlahîyan re bi xwendina diayê xelas bû.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir