• DOLAR 32.516
  • EURO 34.571
  • ALTIN 2492.732
  • ...
"HUDA PAR  bû hêvîya herêmê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzetê serbixwe Zekerîya Yapicioglu,  ji bona ji ehlê gundan piştigirîye teleb bike serdanên xwe yên gundan didomene.

Zekerîya Yapicioglu, digel serokê HUDA PARê ya bajoraka Sûrê çûne gundên Kadîya Biçûk,Karanas û Bubyayê yên ku giredayî bajoraka Sûrê ne.. Di dema ziyaretê de dîmene gelekî xweş û germ derketin holê.

Yapicioglu li gundên ku çû ziyareta wan him gazin û gilîyên gundîyan guhdar kir û him ji xelkê gund re daxwazîyên xwe anî ziman.

 Yapicioglu di serdanê de ji ehlê gund re wiha got: “ Em him ji we teleba diayê dikin û him jî ji we dixwazin ku di  hilbijartinan de piştgirîyê bidin me. Heger em bi piştgirîyên we têkevin meclîsê em ê li wê derê  hewl bidin da ku bi şiklekî baş temsîlkarîya we bikin.”

“HUDA PAR bû hêvîya herêmê”

Ehlê gund di derbarê serdan û xebatên HUDA PARê  û derbarê pirsgirekan de hest û ramanên xwe wiha anîn ziman: “ HUDA PAR  bûye  hêvîya  herêmê. Lewra  waye ev bû 30-40 sal ku her kî hatibe hilbijartin  ji vir re xizmet nekir. Me qet  fêdeya wan nedît.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir