• DOLAR 32.423
  • EURO 35.127
  • ALTIN 2327.911
  • ...
"Namzetê Hur Yapicioglu bi xelkê Erxenî re hat ba hev"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzetê serbixwe ZekerîyaYapicioglu xebatên xwe yê hilbijartênê di domêne. Yapıcıoglu di çerçoveya xebatên hilbijartinê  de çû navçeya Erxenîyê ya girêdayê Amedê. Yapıcıoglu li ser pirsgirekên Erxenî wiha axivî: Rêveberîyên mehelî Erxenî têxistin şeklê gundekî mezin. Gelo Erxenî dişibe bajarokek ? Berî ku ez werim cem we digel hevalên xwe em çûn serdana komeleyekî.

Yapicîoglu axaftina xwe wiha domand: “Di cihekî mîna Erxenî de min muslix vekir. Min dît ku av gelekî kêm tê. Piştî çend deqîqeyan ew ava hindik jî çikîya. Di pişta van çîyayan de av bi coş diherike û li ser wê avêjî du bendavên bi navê Dîcle û Kral Kizîye. Lê belê hin kes nikarin avê ji wir bînin Erxenîyê, kêrî vî tiştî nayen. Gelo  gaza we ya siruştî heye? Îro li hinek gundên biçûk jî gaz heye lê belê li vir tune ye.”

“Nesl xera bûye, exlak nemaye ma xema kî ye?”

Yapicioglu her wiha got:Siyasetmedarên îro ji xeynî berjewendî û menfeatên xwe eleqê xwe ji tu tiştî nayenin. Di babeta bikaranîna tiryakê de tu gavên ji dil nayên avetin. Gelo hûn dizanin sedema vî tiştî çi ye? Ew dixwazin ku bila tiryak werî bikaranîn da ku tu kes hesab ji wan pirsneke. Exlaqê civakî nemaye , malbat felişîne, nesl xerabûne ma xemakî ye?

Yapicioglu li wan cezayên ku li komeleyên îslamî re hatibûn dayîn re bertek nîşan da û wiha got:  Ev cezayên ku hatine dayîn bê hiqûqî ne. Ew endamên komeleyên îslamî ji ber ku xizmetên îslamî dikin, jiber ku Mewlûda Pîroz li dar dixin û ji ber ku alîkarîya mûxtac û xizanan dikin hatin ceza kirin.  Gelo hinek kes naxwazin ev komeleyên îslamî ji xelkê re xizmetê bikin?

Serokê giştî ya HUDA PARê HuseyînYilmaz jî di bernameya hevdîtinê de di derbarê cezayên ku ji endamên komeleyên îslamî re  hatine dayîn de wiha ragihand: “Ew kesên ku endamên komeleyên îslamî bûn divîyabû ji ber van xebatên xwe werin xelat kirin,  divîyabû plaket ji wan re hatiba dayîn. Lê belê endamên komeleyên îslamî ji teref partîyekê ku di nava navê wî de peyva edaletê heye ve hat ceza kirin. Gelo edalet li ku dera vê partîyê de heye?  Dema ku zirar di gihîje vê partîyê tiştê ku destên wan tê dikin; lê belê dema ku babet kesên, şexsîyetên îslamî bin ji wan re 115 sal ceza tê dayîn.

“Bi gotina ‘Em ne namûsa tu kesî ne’ hewldan da ku mefhûma malbatê ji holê rakin”

Yilmaz di axaftina xwe de li ser mijara bê exlaqîyê wiha rawestîya: “Pîrekan têxistin rewşekî wiha ku mefhûma namûsê ji holê rakirin. Hewldan da ku pîrek têkevin milê kesên ku ji wan re heram e. Hevoka ‘Em ne namûsa tu kesî ne ‘ bi pîrekan dan gotin da ku mefhûma malbatê ji holê rakin. Her wiha îro di mekaqanûnaTirkîyeyê de gelek tişt hene ku ne li gorî îslamê ne. Mînak; mehra îslamî hêj li gor qanûnênTirkîyeyê qedexe ye. Her wiha berî vê çend sal zina û destdirêjî jî ji  kategorîya sûcan hat derxistin. Heke namzetên Azad li meclîsê bane ew ê li hemberî van tiştan birawestîyane û nedihiştin ku ev cûr tişt ji meclîsê derbas bibe.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir