"Ji Yetîm-Dera Ewrûpayê ji bo Yemenê bangawazîya alîkarîya lezgîn"
Yetîm-Dera ku bi pêşanî Tirkîyeyê û her wiha çar alîyê cîhanê bi navgira xêrxwazan gelek alîkarîyê digihijand feqîr û muxtacan. Yetîm-Der îcar jî kampanyaya alîkarîyê ji bo sewî û muxtacên Yemenê da dest pê kirin.
Di encama bombebarandinên Yemenê yên ku bi piştevanîya Emrîka û sîyonîst îsraîl, bi serokatîya rejima Suud hatibû kirin de bi hezaran zarok û pîrekên bê guneh miribûn û bi hezaran kes jî zirar dîtubûn. Yetîm-Dera ya Ewrûpayê ji bo alîkarîya van jar û belengaza bike kampanyaya alîkarîyê ya lêzgîn da dest pê kirin.
“Li Yemenê birayên me hene”
Navenda giştî ya Yetîm-Derê di daxuyanîya xwe de wiha ragihand: “ Em ji bo ku wezîfeya xwe ya mirovahîyê bi cih bînin vê kampanyaya alîkarîyê da dest pê kirin. Di van alîkarîyan de em ne nejat ne ziman ne jî bawerîya mexdûr û mezlûman nenihêrin. Em bi slogana ‘Li Yemenê birayên me hene’ gazî xêrxwazan dikin.”
Yetîm-Derê ji bo kesên xêrxwaz jî hesabên jêr parve kir:
GIRTYAR: Avrupa Yetim-Der
ARMANc: Yemen
IBAN: DE50 6001 0070 0786 9127 08
BIC: PBNKDEFF