• DOLAR 32.57
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2427.2
  • ...
"Xebatên ku di çarçovaya qanûnê de hatîye kirin sûc hat qebûl kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Yenî  Îhya-Der  a Xarpêtê ji bo cezayên ku li endamên komeleyen îslamî hatine dayîn bi daxuyanîya çapamenî  ya girseyî şermezar kir û bertek nîşan da.

 Daxuyanîya çapemenîyê li ber avahîya mala mamosteyan bi tekbîran dest pê kir. Di destpêka daxuyanîyê de dirûşma, “ Ji bo zalimên xwînxar bijî cehenem. “ hat bil ev kirin. Her wiha  pankartên “Em her cûreya zilma ku li misilmanan tê kirin şermezar dikin. Ê kul i hemberî zilmê bê deng bimîne şeytanê bê ziman e…” jî hat vekirin.

Alîkarê serokê komeleya Yenî  Îhya-Derê Zulkuf Ozturk di daxuyanîyê de wiha ragihand: “ Gelo carek jî bê em ê li vî welatî hiqûqekî rastîn bibînin? Gelo em ê her tim jîyana xwe li gor kesên ku bi hêz in bidomenin?”

“Xebatên ku di çarçovaya qanûnê de hatîye kirin sûc hat qebûl kirin”

Ozturk her wiha domand: “ Ew lîstika ku di sala 2009an de li ser komeleya Îhya-Der a ku li Elezîzê ye hat kirin îro li ser komeleya Umut-Der a ku li Edeneyê tê kirin mîna hev  in. Li gor mehqemê sûcên ku endamên van komeleyan kirine ev in ‘ Dayîna dersa Qur’anê,  bernameya Mewlûda Pîroz li dar xistin,   kirina nimeja xeybî ji bo şehîdan, ji bo Filîstîn û mezlûmên din mîtîng li dar xistin.”

Ozturk di dawîya daxuyanîya çapemenîyê de wiha got: “Zilm û neheqî ji kî tê bila bê em ê li hemberî birawestin. Her wiha zilm û neheqî li kî tê kirin bila were kirin em ê piştgirîye bidin wan mezlûman. Em dixwazin berî kêlîke ev neheqî û zilm ji holê werin rakirin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir