• DOLAR 32.525
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2421.415
  • ...
Platforma Evîndarên Pêxember rêyek xweşik vekir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Aliman bernameyên Wiladeta Pîroz nirxandin û îfade kirin: Ev bernameyê ku ji teref Evîndarên Pexember tên li dar xistin ji bo teblîg û dozvanan wesîle û navgîn in

Mela Cemal Ozdemir, fikr û ramanên xwe bi Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê (ÎLKHA) re parve kir û wiha ragihand:  Ez bi bîr û raman im ku Palatforma Evîndarên Pêxember ji bo yekîtî û wahdeta ometa îslamê îmzayên xweşik diavêje. Ez wisa difikirim ku ev bernameyên ku bi navê Wîladeta Pîroz tên li dar xistin gelek bi tesîr, bandor û kêr û feydenin. Ev bernameyên ku a niha li qad û meydana tên li dar xisitin berê li malan dihatin li dar xistin. Xweda ji Platforma Evîndarên Pêxember razî be. Gelek bernameyên xweşik ji bo Wîladeta Pîroz li dar xistin. Bi van bernameyan rêyêk rind û xweşik vekirin.

Ozdemir her wiha got: Divê em li pêy Qasidê Xwedê herê. Ez hêvî dikim ku hijmara van bernameyên ku bi navê Wiladeta Pîroz tên li dar xistin herbiçi zêde bibe û dengê Qur'an û îslamê zêdetir geş bibe. Em di vê xal û mijarê de hêvîdar in û wê Xweda nura xwe temam bike. Nura Xwedê bi girtina suneta Resulê Xwedêye. Xwedê di Qur'ana pîroz de dibêje, 'Heke hûn ji Xwedê hez dikin tabiê Resûlê min be.' Gele mirov çawa tabiê Qasidê Xwedê dibin? Dema mirov ji Resûlê Xwedê hez bikin û li gor  jiyana wî heyata xwe bidomîne tabîê Qasidê wî dibin. Ji bo vêjî ev bernameyên ku ji teref Platforma Evindarên Pêxember tên li dar xistin gelek girîng in. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir