• DOLAR 32.537
  • EURO 34.898
  • ALTIN 2421.773
  • ...
"Wesfên Hz. Mûhammed, di wan kesên ku misilmanan îdare dikin de tune ye "
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çinar di derbrê bernameya  mewlûda pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember li Mereşê hatibû li darxistin de fikr û ramanên xwe bi ÎLKHAyê parve kir.

 Çinar wiha ragihand: “ Dil dixwest ku her roj bernameyên wiha werin li dar xistin. Lewra  heger Pêxemberê me werî pişt guh kirin wê demê ne Quran ne jî îslam namîne. Lewra ew Pêxember ji terf Xwedê bi wesfê resûltîyê ji însanan re hatiye şandin. Hz Mûhammed, pêxemberê herî dawî ye. Hz. Mûhammed, ji teref Xwedê ve bi şiklekî bê kûsur û bê kêmasî  hatiye şandin. Ji ber vê yekê jî ji bo Hz. Mûhammed baş were naskirin divê bernameyên wiha bên li dar xistin. Lê belê ji ber ku derfet û îmkanan ev bername encax an heftîyek an jî di nava mehekî tenê de tên li dar xistin.”

Çinar wiha domand: “ Her kî  tabîye Hz. Mûhammed bibe ew ê xelas bibe. Îro ew kesên ku misilmanan îdare dikin  ji ber ku wesf û krîterên Hz. Mûhammed di xwe de nahewenin misilman perişan in.”

Çinar di dawîya  axavtina xwe de wiha ragihand: “ Ev bername di derheqê komekî, rêxistinekî, nîjatekî, dewletekî an jî di derbarê  tiştekî din de  nayên li dar xistin ; ev bername di derbarê şexsîyetekî bêmînak û mümtaz de tên li dar xistin. Belê dem dema li hev xwedî derketina misilmana ye , dema kombûyînê ye.  Hemû kes însana  gazî tiştekî dikin. Lê belê em însanan gazî Hz. Mûhammedê bêmînak û bêhempa ye dikin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir