• DOLAR 32.372
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2325.578
  • ...
"Hûn nikarin Evîndarên Pêxember, HUDA PAR û medreseyan înkar bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di destpêka sempozyûmê de serokê giştî  ya ÎHHyê Bulent Yildirim  di derhewê kurd û Kurdistanê de hest û ramanên xwe bi mêvanan re wiha parve kir: Pirsgireka kurd rastînek e tu kes nikare înkar bike. Her wiha kurd ayetek ji ayetên Xwedê ne.“Tiştên ku em ji bo Turkmenîstanê dixwazin dibe em karibin hemûyan ji bo Kurdistanê jî bixwazin.”

Yildirim her wiha di derbarê pevajoya çareserîyê de got ku: “Ev mesele êdî ne  tenê meselêya partîyan e. Ev mesele partîyan jî derbas kiriye. Ev mesele êdî meseleya xelk û miletê ye.”

“Hûn nikarin Evîndarên Pêxember, HUDA PAR û medreseyan înkar bikin”

Yildirim di derbarê heremê de wiha got: “Di nava vê meha herî dawî de li Amedê li meydana Newrozê du bernameyên mezin hat li dar xistin.  Çawa ku tu kes nikare wan kesên ku newrozê pîroz kirine înkar bike ; her wiha tu kes nikarê Evîndarên Pêxember, HUDA PAR ,medrese û alimên medreseyan jî înkar bike. Lewra ev kes jî rastîyên vê heremê ne.”

Yildirim di dawîya xeberdana xwe de li ser pevajoya çareserîyê de wiha axivî: “ Divê ji xelkê gelek kes rabin ser pêyan û bibêjin em vê pevajoya çareserîyê dixwazin. Her çi tişt tê xwestin divê were gotin. Dibe ku sibe ji bo van xwestekan dereng bibe. Û divê newe ji bîr kirin ku Xwedê hez ji aşîtîyê dike.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir