"Weşanên ku neqedexene û legal in hêmana suc hatin qebûl kirin"
Darizandina endamên komeleyên îslamî ya ku li Edeneyê dihat kirin bi ceza dayîne bi dawî bû. Parezerê dozê Abdulganî Orhan ragihand ku ev cezaya ku mehkeme daye ne hiqûqî ye , sîyasî ye.
Darizandina endamên komeleyên îslamî ya ku li Edeneyê dihat kirin bi ceza dayîne bi dawî bû. Parezerê dozê Abdulganî Orhan ragihand ku ev cezaya ku mehkeme daye ne hiqûqî ye , sîyasî ye. Ji vê qerarê heya digel hikûmet a hemû kesan heye.
30 endamên komeleyên îslamî yên ku di Mehkemeya Giran a 5emîn ya Edene de dihat darizîn li wan ceza hat dayîn. Ji vê cezayê re jî kovar û kitêbên bi bandrol hat nîşandan. Ev qerar di nav parezeran de hetîketîya hiqûqê hat hesibandin.
“Şexsîyetên îslamî dideynin hedefe û wan ceza dikin”
Orhan, bal kişanda li ser mijara ya ku ji salan 2006an heta îro operasyonên ku li endamên komeleyên îslamî tên kirin. Orhan her wiha domand ku : “Li sere 6 mehan carek operasyon li kesên îslamî tên kirin û buxtanan tên ceza kirin. Bi vî awayî şexsên îslamî dideynin hedefa xwe û wan bi buxtanan ceza dikin.”
Orhan di derbarê vî tiştî de ragihand ku her fealiyeta ku di nava çarçovaya qanûnê de hatibin kirin ji alîyê mehkemê ve bi navê “Li ser navê rêxistinê” hatîye tawan bar kirin.
“Sûc: Di bin navê fealiyetên civakî de kirina fealiyetên xeyrî qanûnî”
Orhan dîyar kir ku ew kesên şexsîyetên îslamî ji ber ku çûne serdana hevalên xwe yên di girtîgehê de, ji ber ku di komeleyan de fealiyetên qanûnî kirina ji teref dozê ve ev tişt bi navê ‘Sûc: Di bin navê fealiyetên civakî de kirina fealiyetên xeyrî qanûnî’ hatîye binav kirin. Her wekî din weşanên qanûnî ji hêmanên sûç hatîye hesabandin.(ÎLKHA)