• DOLAR 32.601
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2506.178
  • ...
Birayên bifelç li hêvîya alîkarîyê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Karaynir, li gundê Firfêlê ya bi Hezexa Şirnexê ve girêdayî ye dijîn. Keça wan a mezin û kurê wan ê biçûk bi nexweşîya felce ji dayik bûne. Bavê zarokan Mihemed Selîm Karaynir xanîyê xwe li gor astengîya zarokan serast kiriye. Mihemed Selîm, zarokekî xwe bi derfetên xwe daye emeliyat kirin û ji bo emeliyatkirina ewladê xwe yê din jî ji karbidest û îdarevanan alîkarîyê dixwazî û hêvî dike.

“Çarçovaya jîngeha ya keça min teng e”

Mihemed Selîm ê ku bavê zaroka ye dibêje ku heger keça min were dermankirin mimkûne kû bigihîje siheta xwe û baş bibe.

 Selîm tengasîyên xwe wiha bi lêv kir:“ Keça min jidayîkbûnê ve bi asteng e. Heta pola 5an bi zehmetî me we da xwendin. Carnan min û carnan jî dêya wê ew dibir û dianî dibîstanê. Gelek caran me we bire doxtor, lê belê gotin dermnakirin ne mimkûn e. Me ew li Stenbolê bire cûr bi cûr nexweşxaneyan. Mixabin kesî hêvî ne da me. Di dawîyê me ew bire Tersûsê. Li wir hêv me û 15 milyar  ji bo tedawîya wê ji me xwestin. Îro keça min hatiye 23 salî. Dema ku ew biçûk bû xizmeta wê hesan bû. Çi qas mezin bû ew qas jî zehmet û xwedî derketina we jî zêdetir bû. Dema em wê dibin cihekî li milê xwe dikin. Ditirsim ku dema ku ez pîr û îxtiyar bibim dê kî lê binêre? Dema pêdivî bi destşo û destavê çêdibe geleki zehmet dikşîne, an li milê min an jî li milê dayîka xwe diçe destşo an destavê. Kurê min ê biçûk jî bi heman awayî nexweşe. Me emelîyata wî da kirin hêj baş nebûye; lê înşeallah ê baş bibe. Çarçovaya jîngeha keça min teng e. Ji xêrxwaz û karbidestan alîkarîyê dixwazim û hêvî dikim.”

“Dixwazim xeyalên min biserkevin”

Xeyalê herî mezin a Sedîqa Karaynir(23)  dermankirine. Sedîqa dibêje:“ Ez, bazdanê di xeyalan de jî nabînim. Belê, ez jî dixwazim karibim bimeşim û bibezim.”

Sedîqa axaftina xwe wiha domand:“Ez, 23 salî me, nikarim bimeşim. Hêj jidayîkbûnê ve felc im. Heta pola 5an min xwend. Xwedê alîkarîya min dikir. Dê û bavê min alîkarîyê ji min re dikirin. Min geleki zehmet dikşand. Ez ji we jî alîkarî dixwazim. Gelek caran ez birim doxtoran, lê çare ne dîtin. Birayê min li Tersûs a Mersînê emeliyat kirin. Ji bo emeliyata min gelek pere dixwazin. Ez nikarim derkevim derveyî malê. Dê û bavê min jî bi min ve girêdayî dimenin. Nikarim hevalên xwe bibînim, jiyan ji bo min gelek bi zehmet e. Ez di mala xwe de mehkûm im, alîkarîyê dixwazim.”

Sedîqa, ji Serokomar Erdogan, Serokwezîr Davutoglu, Wezîrê Tenduristîyê û ji hemû karbidest û xêrxwazan destek û alîkarîyê xwest.

Kurê malbatê yê 10 salî Sedat Karaynir di kurtedemeke borî de li Mêrsînê ‘emelîyat bû, niha jî li benda başbûnê ye. (İLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir