• DOLAR 32.564
  • EURO 34.726
  • ALTIN 2411.152
  • ...
DÎMED: Em Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bo Roja Rojnamegerîya Kurdî, Komeleya Endamên Medyayê ya Amedê, peyameke pîrozbahîyê weşand. Peyam li ser navê Lijneya Rêveberîya Komelê hat weşandin.

 Di peyamê de wiha hat gotin: “Kurdên ku ji alîyê derfetên dewletê ve xwedî dîroka bêxwedîbûneke mezin in, ber bi qirnê 20î ve di çapemenî, weşandin û sehayên din de, bi pêngavên pêk anîne, teşebbus kirine ku li gorî çaxê bin, di vî warî de gelek berhem jî derxistine holê.

 Di Peyama DÎMEDê de wiha hat ifadekirin: “Ji berhemên ku di warê medya-çapemeniyê de hatine derxistin a herî girîng, bi sedema ku ya pêşîn e Rojnameya Kurdistanê ye ku di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreya Misrê dest bi weşanê kiriye. Rojnameya Kurdistanê ji ber zehmet û zordayînan, heta sala 1902an neçarî weşandina li navendên ji hev cûda bûye. Ji ber wate û girîngiya Rojnameya Kurdistanê, ji 1973an vir ve 22ê Nîsanê wek Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.”

 Peyama pîrozbahîyê wiha bi dawî bû: “Em wek DÎMED, Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnamevanên ku ji bo bîrewerbûna xelkê kurd dixebitin pîroz dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin.” (İLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir