• DOLAR 32.452
  • EURO 34.501
  • ALTIN 2474.348
  • ...
'Ev bernameya ku li Kurdistanê tê li darxistin ji bo me şanazî ye'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alimên ku ji çar teref Kurdistanê beşdarî  bernameya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember li Diyarbekrê hatibû darxistin bûbûn, di derheqê vê bernameyê de hest û ramanên xwe ji Ajansa Nûçeyan A Îlkeyê re bê lêv kirin

Alimên ku beşdarî mewlûda pîroz bûbûn bi gelemperî li ser vahdet û yekîtîya misilmanan û li ser fitne û fesadîyên ku di nava ommetê de hene sekinîn.

Serokê  Yekîtîya Alim û Medreseyan(ÎTTÎHAD) Mela Enwer Kiliçarslan, “ Heta îro ev xelkê kurd ji ber ku li dîn û ola xwe xwedî derket gelek zilm û zordarî dît. Lê belê tu car ne şêx ne jî alime me  dev ji Îslamê neberdan û li dînê xwe xwedî derketin.  Em  ê jî ev emaneta ku alim û şêxên me ji me re hiştinê tu car terk nakin. Em ê li vê emanetê xwedî derkevin. Îro nêzî mîlyonekî misilman li vê derê cîvîyane. Ev misilman hemû parêzvanê vê emanete nin.”

“Ev bernameya ku li Kurdistanê te li darxistin ji bo me fexr û şanazî ye”

Ji kurdên Kurdistana Rojhilat (Îran) Muxtar Ferec got: Heger em ji Xwedê hez dikin, divê ji Qasidê wî jî hez bikin. Lewra Xwedê di Qurana pîroz de gelek cihan de hezkirina Resûlê xwe ji me re emr dike. Îro ev bernameya ku li vê meydanê tê kirin ji bo vê mijarê mînaka herî xweşik e. Ev bernameya ku li Kurdistanê te li darxistin ji bo me fexr û şanazî ye.”

“Kesên ku li meydanê ne hemû leşkerên Xwedê ne”

Ji kurdên Kurdistana Rojhilat(Îran) Seyîd Mustafa Hatemî, wiha got: “Dema ku em li vê meydanê dinêrin mîlyonan misilmana dibînin. Ev misilman bi seatên bê av û bê xwarin li vê meydanê sekinîne. Vê hêz û quwetê ji eşk û hezkirina Resûlê Xwedê digirin. Bawer bikin, bila dilê we rihet be ku ev misilman hemû leşkerên Xwedê ne.”

“Em bi dîtina birayên xwe yên ku bi eşq û hezkirina Resûlê Xwdê li hev civîyanin pir kêf xweşin”

Şêx Ebûl Hûda Neqşînebdî yê ku ji Kurdistana Rojava (Sûrîye) beşdarî bernameyê bûbû, hest ramanên xwe wiha anî ziman, “Em bi dîtina birayên xwe yên ku bi eşq û hezkirina Resûlê Xwedê civîyanê pir kêf xweşin.  Ji ber ku ev bername hat amade kirin em pir şad in. Ji bona ku ev fitne û fesadîya di nava misilmanan ji holê rabe divê em şerîat û kiteba Xwedê û sinneta Resûlullah hembêz bikin.”

“Divê em li hemberî Resûlullah dilsoz û wefadar bin”

Endamê Komaleya Îslamî ya Kurdistana Başur (Iraq) Muhammed Alî  jî wiha got, “ Îro ev misilmanên ku li vê meydanê civîyane îspat kirin ku çi qas ji Resûlê Xwedê hez dikin. Bi vî awayî divê em hemû kurd bibin yek û ji bo hezkirina Resûlê Xwedê bixebitin. Bi vî awayî em dikarin li hemberî Resûllah dilsoz û wefadar bin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir