'Hûn duh sêwîyê ommetê bûn, hûn îro bûn şanazîya ommetê'
Bernameya Wîladeta Pîroz li Amedê bi navê 'Rêberê Bêhempa Hz. Muhammed' bi beşdarbûyîna sed hezaran hat pîroz kirin.
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember a şaxa Diyarbekir ve diçerçoveya bernameya Wiladeta Pîroz de bi navê ‘Rêberê Bêhempa Hz. Muhammed’ a ku nêzî du meha amadehîya dihat kirin li Amedê hat pîroz kirin.
Bernameya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Amedê hat amadekirin bi sed hezaran kes û mêvan cihê xwe girt.
Bernameya Wîladeta Pîroz bi şiklekî coş dest pê kir. Axavtinên di bername de bi zaravayê kurmancî û zazakî her wiha bi tirkî hat kirin. Bername di televîzyona Rehber, Kûdus û Uzay TV de bi zindî hat weşandin.
Di bername yê de nêzî 80ê zarokan tîşorta ya ku fotografa Yasîn Boru ya ku di 6-7ê meha cotmehê de ji teref PKKê ve hatibû qetil kirin li xwe kiribûn û têketibûn rêzê.
Her wiha qada bernameyê bi alên tewhîdê hatibû xemilandin. Di bernamê de axavtwan wiha axivîn.
“Ew serok, fermandar û siyasetmedar an wê te mînak bistenin an jî dê bicehimin”
Derhênerê Weşana Giştî ya rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş hest û ramanên xwe wiha anî zimên: “Ya Qasidê Xwedê! Em îro ji bona tiştekî din jî hatin vê meydanê. Tu ne tene ji bo mizgeftan her wiha tu ji bo serok, fermandar û siyasetmedaran re jî mînak û rêber î. Em ji bo vî tiştî hatin ve meydanê. Ew serok, fermandar û siyasetmedar an ew ê te mînak bistenin an jî dê bicehimin.”
“Zalim her tim mehkûm in ku mexlûb bibin”
Molla Evdilbarî Çelîk jî bi gelemperî li ser mijara zilm û zordarîyê rawestîya û bala mêvanan kişande li ser mijara şehîdên meha cotmehê: “ Çawa ku di dîrokê de kesên ku êrîşan li dostên Xwedê kiribin winda kiribin; bi vî awayî jî kesên ku îro êrîşî îslamê dikin jî dê mexlûb bibin. Ew zalimên ku xwîna şehîd Yasîn, Cumalî, Rîyad, Turan herikandin, çawa ku zalimên Mekkeyê di wî xwînê de xeniqî bûn, zalimên îro jî wê di nava xwînên şehîdan de bixeniqin.”
“Hûn duh sêwîyê ommetê bûn, hûn îro bûn şanazî û fexra ommetê”
Serokê Weqfa Lêkolînên Sîyer M. Emîn Yildirim :Hûn duh sêwîyê ommetê bûn, hûn îro bûn fexr û şanazîya ommetê. We car din nîşanî me da ka hezkirina Qasidê Xweda çawa ye. We ev hezkirin nîşanî temamê dinyayê da.”
“Hûn zen nekin ew xwîna şehîdan ziyan bûye”
Yildirim wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Hûn qet nehsibenin ku xwîna şehîd Huseyn, Yasîn, Rîyad, Hesen û Cumalî ziyan bûye. Ew xwîna wan ê bi hêstirên dayikan re bibe yek û de bizir bide. Ev bizir dê mezin bibe û dê deng bide dinyayê. Ew ê tirsê têxe dila kafiran.”
200 mêvanên ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatibûn jî beşdarî vê bernameyê bûbûn. (ÎLKHA)