• DOLAR 32.328
  • EURO 35.151
  • ALTIN 2299.693
  • ...
SON DAKİKA
Klûba Bîlge Gençlîk rêveberîya Zanîngeha Dîcleyê  şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Klûba Bîlge Gençlîk a ku gelek çalakîyên bixêr li Zanîngeha Dîcleyê li dar dixist ji hêla rêveberîya  Zanîngeha Dîcleyê ve hat asteng kirin. Ji ber vê sedemê, endamên klûbê rêveberîya Zanîngeha Dîcleyê bi daxuyanîyeke çapemenî şermezar kir.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Di vê meha mibarek de li Zanîngeha Dîcleyê bernameyên bêêxlaq û nebaş tên kirin. Bi navê ‘Şahîyên Biharê’ bernameyên bêar û bêexlaq ten li dar xistin. Di van bernameyan de ji zanîngehên cûr bi cûr xwendevanên qîz û kur tên vê bernameyê. Digel hevdu reqs û govendê digirin. Bi vî awayî jî bêexlaqîyê û bêarîyê di nav misilmanan de belav dikin. Wekî din jî zanîngeh bûye cihê rêxistinên neqanûnî.”

Daxuyanîya klûba ya çapemenîyê  wiha berdewam kir:“Ji sala 2012an vir ve nêzî 30 bernameyên bixêr û mibarek me li dar xist. Me van bernameyên xwe tu car bê destûr nekir. Lê belê îsal îdareya zanîngehê ji belesebeb bername û çalakîyên me qedexe dike. Îdare ji vê qedexekirinê re tu sedeman nîşanî me nade. Me îsal jî xwest ku di vê meha mibarek de Mewlûda Nebî bi bernameyekî pîroz bikin. Lê belê îdarê car din destûr neda me. Ji alîyê din ve îdare ji civîn û bernameyên bêexlaq re destûre dide. Ji xeynî bernameyên ku bidestûr tên kirin, roj tune ye ku li zanîngehê ji teref kesên çepgir, civîn û şahî neyen li dar xistin. Lê belê îdareya zanîngehê tu car bela xwe li wan nade, ji wan re astengîya dernaxe.”

“Divê rêveberîya zanîngehê  ji vê xeletîyê demildest vegere"

Klûba Bîlge Gençlîkê wiha dawî li daxuyanîya xwe anî:“Divê îdareya zanîngehê  ji vê xeletîya xwe bi lêz bez vegere.Edî astengî û qedexekirina ji ber bernameyên me rake. An na em ê her tim tevî  van astengîyan bernameyên xwe li dar bixin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir