• DOLAR 32.381
  • EURO 35
  • ALTIN 2326.131
  • ...
HUDA PAR'e operasyona Enfalê şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokbajarîya dîyarbekir a  Partiya Doza Azad HUDA PARê, bi daxuyaniyek medyayî, operasyona Enfalê ya ku tê de 182 hezar kurd hatibû qetil kirin telîn û şermezar kir. Di daxuyanîyê de hat îfade kirin ku tiştê ku wan rojan diqewimî komkujîya li dijî kudan bu û welatên rojava hevparên van qetlîamane ye.

Serokbajarê Amed a HUDA PARê Şehmûs Tanrikûlû, li ser navê partîya xwe, derbarê salvegera qetlîamên Enfalê de daxuyanîyek çapamenî weşand.

HUDA PARê ev qetlîamên ku di ji sala 1986an de dest pê kir û heta 1989an dewam kir û tê de 182 hezar kurd hatin qetil kirin telîn û şermezar kir.

Serokbajarê Amed a HUDA PARê Tanrikûlû îfade kir ku Elî Mecîdê ku bi navê 'Kîmyasal Elî' tê nas kirin, bi emr û destûra Seddam Huesyînê kurapê wî qetlîam da dest pê kirin ev rihqelandin û komkujîye. Li alyê din, li dijî vê rihqelandinê jî bi sedem bêdengîya welatên rojava, îro tu mafên gotin û peyvê ji wan re tune ye.

Tanrikûlû da zanîn ku sedemê bêdengî û munafiqtîya welatên rojava jî çima kesên dihatin qetilkirin kurdê misliman bûn.

Şêxmûs Tanrikûlû weha dewam kir:Piştî herba yekem ya cîhanê, digel ewqas nufûsa zêde jî wê rojê tu statu nedan kurdan û ev jî bixwe zulmeke mezine.

Gelê ku xwedî nifûseke 500 hezar an jî milyonekê ye, hûnê wan ji hev biqetîne û bikin parî û bikin dwelet. Lê belê hûnê taleb û daxwaza xelkekî ku nifûfa wê gîhaye 50 milyonî ji wan re pir bibîne û ji bo ku vê taleba wan ya heqê wane bi qetlîam û komkujîyê bixwazin bi temirîne û ji bo wan reva bibînbe.

Ev jî ji bo xelkê kurdê mezlûm û mustezef û yetîmê ommeta îslamê tê hesibandin, neheqî û zilmeke pir dijwar û herî mezine. Nedayîna heqên kurdan û astengkirina ji bo avakirina dewletekê, jî zilma dewletên emperyalîst ya herî mezine ku li ser xelkê kurde.

Tanrikûlû wiha dawî li axaftina xwe anî:

ji bo însanên ku di wan komkujîyan de hatine qetilkirin, ji xweda rehmet û di serî de Seddam Huseyîn û kesên ji van qetlîamana re bûne destekgir û şirîk, em bawerdikin ku wê li cem xweda cezayên wan bê dayîn.(îLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir