• DOLAR 32.315
  • EURO 35.093
  • ALTIN 2307.142
  • ...
Bernameyên mewlûda pîroz didomin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Evîndarên Pêxember li Meletê, Qeyserî, Yelova, Erzinganê, Agirî, Amed, Riha û li hinek navçeyên Entalyayê bernameyên wîladeta pîroz li dar xist,Di bernameyan de li ser eşq û evîna hezretî Mûhammed (e.w.s) hat sekinandin.

Aşiqên hezretî  Mûhammed (e.w.s) beyeta xwe ya ji hz pêxember re nû dikin

Platforma Evîndarên Pêxember li Meletê bernameya wîladeta pîroz li dar xist.

Bernameya ku bi xwendina Qûrana pîroz destpêkir, ji teref komela Hayrin Yolculari ve hat organîzekirin. Piştî xwendina Qûrana pîroz, bername bi xwendina Mewlûda şerîf û sirûd û îlahiyên Grûba Hîcret û Gûrûba Ozlemê dewam kir.

Lêkolîner û nivîskar Cengîz Aydin wek axaftvan beşdarê bernameyê bû. Bername ji zarê Nîsanûrê bi xwendina helbesta “Kirk Yaşindasin”a bi tirkî li ser pêxember hatîye gotin dewam kir û ji zarê hafiz Erkan Donmez ve bi dûayê bi dawî bû.

Qeyseriyê jî beyeta xwe ya ji hz pêxember re nû kirin. Bernameya ku ji teref komela Ûmût-Derê ve hat organîze kirin bi xwendina Qûrana mûbîn dest pê kir.

Bername bi xwendina Mewlûda şerîf û sirûd û îlahiyên ji zarê hunermendên Ajansa Ozlemê Hîkmet Kiyançîçek, Mûhammed Nûr, Recep Altindag û Îbrahîm Hurseda ve dewam kir.

Îlahîyatnas Celalettîn Sipahîoğlu wek axaftvan beşdarê bernameyê bû.

Bername ji zarê Grûba zarokan ya komela Ûmût-Derê ve bi xwendina sirud û îlahiyên liser evîna hz Mûhammed dewam kir û bi xwendina dûayê bidawî bû.

Platforma Evîndarên Pêxember li Yalovayê jî bernameya wîladeta pîroz li dar xist.

Bername bi xwendina Qûrana pîroz dest pê kir û xelkê Yalovayê teveccûh û ‘eleqeyek mezin nîşanî bernameyê dan.

Piştî xwendina Qûrana pîroz bername bi xwendina Mewlûda şerîf û merş û îlahiyên Grûba Îqrayê û Gûrûba Ozlemê dewam kir

Axaftina silavdayinê ji teref perwerdekar Adnan Kiliç ve hat kirin.

Nivîskarê rojnameya Dogrûhaberê Zulkuf Yel, wek axaftvan beşdarî bernameyê bû.

Yel di axaftina xwede bal kişan ser jiyana hz Mûhammed (e.w.s) û got: “Kesên ku hz Mûhammed(e.w.s) ji xwe re kiriye mînak ezîz bûne û kesên ji riya wî dûr ketine jî zelîl bûne”.

Bername bi xwendina sirud û îlahiyên ji zarê zarokê keçik ve bi sirud û îlahiyên liser eşq û evîna hz Mûhammed(e.w.s)  bi xwendina dûayê bidawî bû.

Li Ezirganê jî evîna Mûhammedî hakim bû. Platforma Evîndarên Pêxember li Ezirganê jî bernameya wîladeta pîroz li dar xist.

Ev du sale li Ezirganê bernameyên wîladeta pîroz tên li darxistin û xelkê Ezirganê teveccuh û ‘eleqeyek mezin nîşanî bernameyê didin.

Piştî xwendina Qûrana pîroz, bername bi xwendina Mewlûda şerîf û ji zarê hunermendên Ajansa Ozlemê Selamî Guneş ve bi xwendina merş û îlahiyan dewam kir.

Derhênerê giştî yê weşanxaneya rojnameya Dogrûhaberê Mehmet Goktaş wek axaftvan beşdarî bernameyê bû. Bername bi xwendina dûayê bidawî bû.

Platforma Evîndarên Pêxember, li du navçeyên Agirîyê jî bernameyên mewlûda Mûhemmedî tertîp kirin.

Bernameya ‘ewul li Bazîdê hat li dar xistin Xelkê navçeyê tevecuh û eleqeyeke mezin nîşanî bernameyê dan û mewlûda Mûhemmedî bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir.

Di bernameyê de mewlûda Şerîf hat xwendin û hunermendên koma Wahdetê bi sirud û îlahîyên li ser eşqa pêxember gotin û beşdar coş kirin.

Ji endamên Yekîtîya ‘Aliman û Medreseyan ÎTTÎHADÊ Emrûllah Uysal jî wek axaftvan beşdarî bernameyê bû. Piştî xeberdanan û merş û îlahîyan bername bi xwendina dûayê qedîya.

Dîsa li Patnosa navçey Agirîyê jî coş û kêfa wîladeta pîroz hakim bû. Xelkê navçeyê û derdorê tevecuheke mezin nîşanî bernameya mewlûdê dan.

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir û mewlûda Şerîf hat xwendin. Beşdar bi xwendina merş û îlahîyan coş bûn.

Ji bo axaftinê perwerdekar Mûstafa Akyol û endamê Îttîhadê Abdulbarî Dûrmaz beşdar bû.

Di axaftinan de binî hat çixêz kirin ku divê qezenckirina hezkirina Xweda encax di hezkirina pêxember de derbas dibe.

Bername bi xwendina dûayê qedîya.

Platforma Evîndarên Pêxember, li Bozovaya navçeya Rihayê bernameya wîladeta Pîroz li dar xist.

Piştî xwendina kelamê xweda Qurana Pîroz, bername bi xwendina mewlûdê û îlahîyan dewam kir.

Kordînatorê Platforma Evîndarê Pêxember yê Rihayê Îbrahîm Xelîl Guven, xeberdana silavdayînê û dest pê kê kir.Bîlal Demîr jî ji bo axaftinê beşdarî mewlûdê bû. Piştî xeberdan û îlahîyan bername bi dûayê bi dawî bû.

Navnîşaneke din ya kêf û şahîya mewlûdê jî Karaza navçeya Amedê bû.Bername bi xwendina Quranê dest pêkir. Dûre bi merş û îlahîyên li ser evîna pêxember dewam kir.Mehmet Sekan, ji bo axaftinê beşdarî bernameyê bû.

Piştî xeberdan û sirud û îlahîyan di bernameyê de dûa hat kirin û bernameya mewlûdê qedîya

Platforma Evîndarên Pêxember, li Manavgata navçeya Entalyayê jî bernama mewlûdê li dar xist. Bernameya ku ji teref Komela Ûmûtt-Derê ve hat organîze kirin û bi xwendina Quranê dest pê kir.

Serokê komela Ûmût-Dera Manavgatê Huseyîn Kirat, axaftina silavdayînê kir û mewlûd hat xwendin û piştre jî bernameyê bi xwendina merş û îlahîyan dewam kir.Nivîskar û lêkolîner Yûsûf Tûtak wek axaftvan beşdar bû. Piştî xeberdanan, bername bi merş û îlahîyan dewam kir û bi dûayê bi dawî bû. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir