Alîkarîyên Ûmût Kapîsî didome
Komela Ûmût Kapîsî Gida Bankasîya Diyarbekirê, di meha adarê de alîkarîya 288 malbatên feqîr û ketîyan kir.
Komela Ûmût Kapîsî Gida Bankasîya ku li Amedê xebat û falîyetan dike, rapora xwe ya meha adarê bi raya giştî re parve kir. Di meha adarê de alîkarîya 288 malbatên xizan û ketîyan kir.
Komela Ûmût Kapîsî Gida Bankasî ya ku li Diyarbekirê falîyetan dike, rapora xebatên xwe yên meha adarê bi raya giştî re parve kir.
Serokê komelê Siddik Fûrqan, derbarê falîyetên xwe de daxuyanî da. Fûrqan dîyar kir ku di meha Adarê de di nav wan de 41 malbatên mahcirên Sûrîyeyî jî bi tevahî li 288 malbatên feqîr û mixtac alîkarîyên cûrbecûr belav kirine.
Fûrqan, gazî xêr xwazan kir ku divê ji bo em hê bêtir alîkarîyê bighînin malbatên xizan, me hemû îmkan û derfetê xwe kirîye seferber û destek xwest.