• DOLAR 32.571
  • EURO 34.913
  • ALTIN 2424.157
  • ...
Li Zanîngeha Sêrtê  bernama wîladeta pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bajarê Sêrta Botan bi selewatan şênbû. Xwendekarên zanîngeha Sêrtê careke din hezkirina xwe ya ji pêxember re şanî cîhanê da. Kûlûba Ciwanîya Aktîf li Zanîngêha Sêrtê binavê “rêberê însaniyetê Can Mûhammed” bernameya wîladeta pîroz li dar xist. xwendekarên zanîngehê û xelkê sêrtê ‘eleqeyek mezin nîşanî bernameya mewlûdê dan û zanîngeh bi dengê tekbîr û selewatan hejîya.

Bernameyên mewlûda Hz. Mûhammed (s.x.l) dewam dikin. Ji çar alîyê welêt dengê tekbîr û selewatan bilind dibe.

Vê carê navnîşana mewlûda Mûhemmedî bajarê Sêrtê bû. Dengê tekbîr û selewatên evîndarên pêxember, ji zanîngeha Sêrtê, ber bi erşê âla ve bilindbû.

Kûlûba Ciwanîya Aktîf, li Zanîngêha Sêrtê binavê “Rêberê Însaniyetê Can Mûhammed” bernameya wîladeta pîroz li dar xist.

Bername bi xwendina Qûrana pîroz destpêkir.

Şêwirmendê Kûlûba Ciwanîya Aktîf, Doçent Doktor Abdûllah Onalan axifatinek silavdayinê kir.

Onalan bal kişand ser Sûnneta Hz Mûhammed (a.s.w) û li kesên beşdar bûbûn tewsiyeyên girîng kir.

Piştî Onalan, Profesor Doxtor Îhsan Sureyya Sirma di bernameyê de axifî.

Sirma îfade kir ku pêwîste Misilman Îslamê baş û xweş fêhm bike û jiyana xwe û axlaqê xwe ji Qûran û Sûnnetê bigre.

Bername ji zarê hunermendê Ajansa Ozlemê Dervîş Madsor bi xwendina Merş û îlahiyan dawî bû. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir