• DOLAR 32.526
  • EURO 34.761
  • ALTIN 2491.733
  • ...
Li gor şexsan hiqûq
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di sîstema îro de, ji heman sûcî, kesên mezlûm tên cizakirin û kesên serdest jî nayên cizakirin.

Di darizandina Balyozê de carekdin derket pêşçava ku di vê dewletê de hiqûq bi çi awayî  tê bikaranîn. daneyên dijîtalê jibo sûcdarên Balyozê sûc nehat qebûlkirin. Lê ewka salin sûcdarên Hîzbûllah bi daneyên dijîtalê hatin cizakirin û hêjî  tên cizakirin.

Di darizandinên doza Hîzbûllah de delîlên berbiçav wek daneyên dijital hatin qebûlkirin.

Li Xarpêtê di darizandina dosyaya Îhya-Derê bi sedem daneyên dijital 20 kes hatibû cizakirin. 

Piştî salên 2000î gelek kesên misilmanên oldar hatin bincavkirin û marûzî bê hiqûqîyan bûn. Bi sedem daneyên dîjîtal gelek kesên mislmanên mutedeyyîn hatin cizakirin.

Lê bele ger çi hîkmetbe van daneyên dîjîtalê ji bo mahkûmên balyozê sûc nayên qebûlkirin û damara wan a hiqûqê û hiqûqnasiyê radibe.

Di darizandina doza Balyozêde dozger mûtaala xwend û weha got: “Daneyên dîjîtal yên di dosyayêde cîh digre delil nayên qebûlkirin”  piştî vê gotina sewcî ji bo 236 mahkûmê doza balyozê berat hat xwestin.

Di darizandina îro de jî serdozgerê Komarê Remezan Oksuz muteala da û diyarkir ku ew qeydên ku di semînera yekem ya plana artêşêde de hatibûn bidestxistin sûc nayên qebûlkirin 

Dozger wiha got: “Ne mimkune ku di nav daneyên dijital de bi awayekî rast sûc bên tesbîtkirin.”

Dozger  ji bo 236 kesan bereat xwest, di nav wande Çetîn Dogan, Dûrsûn Çîçek, Engîn Alan, Ergîn Ozden Ornek jî hene.

Hiqûqnas vê rewşê wek du sitandartî bi nav dikin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir