• DOLAR 32.601
  • EURO 34.801
  • ALTIN 2422.02
  • ...
Rejima Siûd êrîşên xwe yên li dijî gelê Yemenê didomînê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hêzên hevpeymaniya ku bi  fermanîya  dagirkeê Emrîka û bi pêşîvanîya  rejima Siûdî , li Yemenê erîşan rastdike, bi balafirên şer êrîşî li bajarê hacce kir. Di encama êrîşêde ji Gelê Yemenê 40 kesî  jiyana xwe ji dan, herî kêm 250 kes jî birîndar bûn.  Di gel van êrîşana tu deng ji Neteweyên Yekbûyî (NY)û ji ‘alema îslamê dernakeve. Ev jî dide zanîn ku wê komkujiyê sivîlan hê zêdetir bidome.

 ‘Alema îslamê bûye wek behra xwînê, temamê Misilmana bêçare sefîl û bêkes mane. 

Çawaku tê zanîn xelkê dewletên Xelîcê bi pirani Mislumane û xelkê Yemenêjî ji sedî 99ê wê Mislimane.Lê belê misluman bomba biser mislumanade dibarîne.Dewletên misluman êrîşên xwe yên li Yemenê didomîne.

Hêzên hevpeymaniyê, bi balafirên şer, êrîşî qampa penaberan kir.  Di encama êrîşên hewayîdê bi piranî zarok û pîrek bi tevahî 40 kesî jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 250 kes jî birîndar bûn.

Derbarê êrîşan de Wezareta Parastinê ya ku dibin kontrola Hûsîyandeye encamên êrîşan eşkere kir.

Wezaretê li ser malpera “26ê Îlomê” encama êrîşên Siûdî û dewletên Xelîcê bi awakî berfireh eşkere kir.

Hat îfadekirin ku rejima Siûdî bi balafirnên  herbê êrîşî baregeha ku li Harada navçeya bajarê Hacceya ku hejmara wan ser 4 hezarîye kirin.Di encama êrîşkerên hewayîdê bi piranî zarok û pîrek bi tevahî 40 kesî candan, herî kêm 250 kes jî birîndar bûn.

Ji televîzyona El-Mesîre hat diyarkirin ku hêzên hevpeymaniyê, li devera Mazrakê êrîşî baregeha penaberan kir.

Wekî ku tê zanîn qampa Mezrekê, di pevçûna Serokamarê Yemenê yên ji text daxistî Alî Abdûllah Salîh û Hûsîyan de hatîye avakirin, di baregehê de malbatên penaberên bajarê Sadayê dimîne.

Li Yemenê pişti Hereketa Hûsîyan paytext Sana û hinek bajarêdin bidestxist û serokomar Mansûr Hadî, bajarê Adenê “Navenda Bihurbar” îlan kiribû.

Di gel van bûyer û bûyerana, tu deng ji Neteweyê Yekbûyî û ji Alema Îslamê derneket. Îcar jî li Yemenê bi pîşîvanîya  rejima Siûdî hêzên kûalîsyonê bi balafirên şer bomba biser xelkê Yemenê de dibarînê.  Dîsa wek her car tu deng ji Neteweyê Yekbûyî û ji Alema Îslamê dernakevê. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir