• DOLAR 32.503
  • EURO 34.604
  • ALTIN 2480.139
  • ...
Li welêt  bernamayên  mewlûdê dest pi kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Evîndarên Pêxember, dest bi bernameyên mewlûda Hezretî  Mûhammed (s.x.l) kirin.

Li Korfeza navçeya Qocaelîyê, li Kerborana navçeya Mêrdînê û li gundê Cegelûwê ya girêdayê Êlihê ve ye, bernameyên mewlûdê yên ‘ewil hatin li dar xistin.

Li Korfeza navçeya Qocaelîyê bernameya mewlûdê bi xwendina Qurana Mûbîn dest pêkir.

Perwerdekar Nûrettîn Bîlgîç axaftina silav dayîn û dest pêkê kir.

Di bernameyê de, nivîskar Mehmet Yuzkuf Yel jî peyivî. Yel di axaftina xwe de îfade kir ku sedema vê felaketa bi serê ometê de hatîye, tenê çima li pey şopa sunneta pêxember naçin. Xwedayê zulcelal, daku tenê ji bo însan evdîtîyê jê re bike ew xuluqandîye.

Dûre bername ji zarê Yûnûs Şanî ve bi xwendina mewlûdê û bi xwendina sirud û îlahîyên hunermendê kom Şuhedayê ber dewam kir.

Di bernameyê de kesên li Qocaelîyê di îmtîhana sîyerê de derence wergirtibûn jî hatin xelat kirin û bernameya mewlûda şerîf bi xwendina dûayê bi dawî bû.

Li Kerborana navçeya Mêrdînê jî coşa Mûhemmedî hebû. Xelkê Kerborana evîndarên pêxember, herikîn meydana mewlûdê û bi dengê tekbîr û selewatan, çîya û asîmanê Mêrdîn û Kerboranê hejîya.

Bernameya ku pêşkêşvanê wê Asim Ozalp bû, ji zarê Mesût Kûl ve bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir.

Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember yê dewrê Mela Beşîr Şîmşek jî beşdarî bernameyê bû. Şîmşek, di axaftin  xwe de dîyar kir ku tenê pêşîvanê însanîyetê hezretî  Mûhammed (s.x.l) e.

Piştre bername, ji zarê Nezîr Ozdemîr û Mûhemmed ve bi xwendina mewlûda şerîf û bi sirud û îlahîyên hunermendên ajansa Ozlemê Mahfuz Aktekîn û Ozcan Guner berdewam kir. (ÎLKHA)

Bi sirud  îlahîyan beşdar çoş bûn û car car dilzîz bûn. Bernameya mewlûdê  bi xwendina dûayê bi dawî bû.

Navnîşaneke mewlûdê ya din jî, li Êlihê bû.  

Ji teref kordînatorîya Platforma Evîndarên Pêxember a Êlihê ve, li gundê Cegelûwê ya bi ser Êlihê ve ye, bernameya mewlûda Mûhemmedî hat li dar xistin.

Bername ji zarê Mela Remezan Bîçer ve bi tîlaweta Qurana Pîroz dest pê kir.

Melayê gund Adnan Aslan xeberdana dest pêkê û silavdayînê kir.

Piştî xeberdana silavdayînê, mela Remezan Bîçer bi zaravayê kurmancî peyivî û behsa girîngîya şopandina Quran û sunnetê kir.

Bername bi xwendina sirûd û îlahîyên koma qîzên bi çûk a Hîra Derê dewam kir. Bi van îlahî û sirudên zarokên qîz yên biçûk, beşdar dilzîz bûn. Bernameya mewlûda Mûhemmedî bi dûyaê bi dawî bû. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir