• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Cizîrê coşdariya wîladeta pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi sedema salvegera wîladeta Hezretî Mûhemmed  Ji alîyê Platforma Evîindarên Pêxember,  li navçeya Cizîrê ya girêdayê Şirnexê bernameya ji bo wîladeta pîroz k hat li darxistin.

Piştî nîvro bi tevlîbûna bi hezaran kesan bernameya wîladeta pîroz li paş Medreseya Sor hat lidarxistin. Bername bi xwendina Qur'ana piroz dest pê kir. Bi hezaran xort, civan, zarok û jin bi ala tewhîdê û bi xwendina îlahî û sirudên îslamî bi coşdarî tevlî beranmeyê bûn.

Li qada bernameya wîladeta pîroz  dirûşmeyên," Hezar Selam Ji Rêberê Azadîyê û Rizgariyê re", “ Îslam Ava Heyatê, Dîcle û Nîl û Firat e”, " Jin ji We re emanetêkî Xwedêyê" hat vekirin.

Di bernameyê de tekbir hat avêtin  û li ser Hezretî Mûhammet bi dumahî silawat hat kişandin. Bi xwendina mewlêdî û axafandinan  gel dilzîz bû hîs girt.

Di bernameyê de seyda Abdûlbarî Çelik axifandinek li ser biratîya îslamê kir û got: Bi hatina Hezretî Mûhammed, dinê bi rehmeta xwedê hat xemilandin. Pêxemberê me serê xwe ji tu zalimî re ne tewandîye. Ji ber ku em jî ometa wîne em jî serê xwe natewîn in. Li warê Hezretî Nuh em bang li dijminên Xwedê yên ku pîrekek û dergûşên wî bi hevre dişewitandin dikin; Hûnê tu car negihînin daxwazên xwe.

Piştê axaftina Çelik, endamê Yekîtîya Aliman û Medreseyan (ÎTTÎHAD) seyda Beşîr Şîmşek axafinek kir. Seyda li ser jiyana Hezretî Mûhammed rawest.

Seyda Beşîr da zanîn ku: Xwedê ji bo em bi nefsa xwe re nebin bende ji me re  pêxmber şandîye. Em bi navgînya pexemberan heqîyê û  neheqîyê ji hev cuda dikin. Pêxember ji bo me misilmanan û ji bo mirovahî mînak û rêber  û pêşengên herî mezin in. Ji ber vê ev yekê em îroj li Cizîrê li hev civîyan.  Ji ber evîna pêxember em li vê warê kom bûn.

Şîmşek wiha pê de çû: Divê  êdi misilman hişyarbin û rastîya bibînin. A niha li pêşeng û rêberî gelên misilmanan binêrin. Li Yemenê, Sûrî Kurdistan, Araqan, Filîstin û li Misrê binêrin. Van pêşengên sextekar bibîn. Ji bo berjevendiyê xwe yên dinê her roj gelê xwe dikujin û welatên wan wêran dikin. Heke em li Hezretî Mûhammed binêrin wê çaxê emê pêşengê xwe bibînin. Pêşeng û rêberî rastî qasidê Xwedê Hezretî Mûhammed e. Ma êdî dema hişyarbûnê nehat ?

Şîmşek di dawiya axaftina xwe de li ser girîngiya alim û zanyarên îslamê rawest û wiha îfade kir: Erk û wezîfeyên mezin dikevin li ser milên alim û zanyarên îslamê. Divê gund gund, bajar bajar, navçe navçe bigerin û doz û dawa Hezretî Mûhammed teblîx bikin bidin danezanîn.

Di dawiya bernameyê de bi minesebeta wîladeta pîroz selawatên ku hatin xwendin hat eşkere kirin. Li gor vê agahîyê; Li Cizîrê 20 mîlyon selawat, 130 xetimkirina Qur'ana pîroz, 910 Yasîn, 95 hezar 142 Sûreta Îxlas, hat xwednin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir