• DOLAR 32.567
  • EURO 34.812
  • ALTIN 2491.533
  • ...
"Operasyonên Îdraqkirinê û Pirsgirêka Kurd"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê serokê giştî û serokê Medya û Danasînê yê Partiya Doza Azad HUDA PARê Ebdurrehman Cens, li ÊlihÊ bi navê “Operasyonên Îdraqkirinê û Pirsgirêka Kurd semînerek da. Teşkîlatên HUDA PARê yên bajar û navçeyên Batmanê, temsîlkarê Hak-Îşa Batmanê Bunyamîn Sogut û gelek nûnerên Saziyên Civakî yên sivîl tevlî semînerê bûn.

Semîner bi xwendinda Qurana pîroz dest pê kir. Alîkarê serokê giştî yê HUDA PARê Ebdurrehman Cens, li ser mijara “Operasyonên Îdraqkirinê û Pirsgirêka Kurd” semîner da.

Cens di semînera xwe de, sedsala modern wek sedsala enformasyonê wesifand û weha got: ‘Li gorî sosyologan ji bo bi însanan dana kirina tiştekî sê rê hene. Ev jî “ya ew ê bi pera bên kirîn, ya ew ê bên tirsandin,yan jî ew ê bên bawerdarkirin.’ Niha tiştên ku hûn di televîzyon û reklaman de dibînin, yan di bultenên xeberan de li wan rast tên, an jî tiştê ku meqalenivîs dikin, ev bawerdarkirin e. Yanî bazarkirina hin kesan e. Tiştê îdraqkirinê çê dike, têkiliyên bi xelkê re ye. Bala we jî dikşîne ku di gelek saziyan de midûriya têkiliyên bi xelkê re heye. Her wiha serokatiya têkiliyên bi xelkê re ya partiyan heye û peyama partiyê radigihîne xelkê.”

"Rojeva hinekan, divê nebe rojeva me”

Cens peyv anî ser nameya Ebdullah Ocalan a ku di newroza Amedê de hat xwendin û wiha got: “Gotin ew ê peyameke tarîxî bê xwendin. Heftek du hefteyê civat ji vê yekê re amade dikirin, bazar dikirin, lê nameyeke vala derket holê. Belkî we, serwextkirin û îdraqkirina ku pêk anîn, di medyayê de şopand. Te digot qey tiştkekî mezin qewimiye û gaveke mezin hatiye avêtin û ew bazar dikirin. Divê rojeva hinekan nebe rojeva me. Dibe ku di hemî kanalên televîzyonan de ew mektûba tarîxî (!) bê axaftin. Rojeva me, divê behskirina programa partiya me be. Ji ber vê yekê operasyonên îdraqkirinê çawa tên kirin? Hewce ye ku em vêya hîn bibin û ber bi bayê îdraqkirina wan nekevin. Navên wek herba psîkolojîk, operasyona psîkolojîk, hêza nerm, endazyariya îqnayê jî li operasyonên îdraqkirinê dikin. Ev gotina siyasetmedarekî Amerîkî balkêş e:Rastî yan jî nerastiya tiştekî ne ewqas muhîm e. Tiştê girîng ew e ku însan bi çi hatine bawerdarkirinê

Endazyariya Îqnayê

Ebdurrehman Cens îfade kir ku di îdara îdraqkirinê de, ji bo însan bên bawerdarkirin hinek formulên eşkere hene û dewam kir: “Çima jê re dibêjin mihendistiya qani’kirinê? Di matematîkê de formul hene. Eger hûn bi dû wan formulan bikevin, hûn ê encama teqez û net bibînin. Metod û rêbazên propagandayê hene. Ger ev di cî û weqtê xwe yên muansib te bên serifandin, teqez û mitleq e ku însan pê bawer bike û vê encamê bi dest bixe. Ji lew jê re endazyariya îqnayê dibêjin. Endazyariya civakê jî dibêjin. Gava behsa operasyonên îdara îdraqkirinê yên serkeftî tê kirin, du mînakên mezin tên hişê meriv. Di 11ê Îlonê de li Amerîkayê bi ser qûleyên cêwî de êrîş hebû. Amerîkayê piştî êrîşan çi kir? Teyisî, şoqeke mezin derbas kir. Li ber çavê dinyayê şerefa wê nemabû. Li welatê xwe marûzî êrîşê bûbû. Lê paşê çi kir? Ji bona dinyayê ji terorîstan xelas bike, misilmanên ku wek qatilên pitikan lanse dikir, bi terorîstan re hemta kir. Hemî dinyayê îqna kir, da bawerdarkirin. Zêde wext bi ser neket, bi alîkarî û tesîra medyayê Efğanistan îşgal kir.”

“Dewlet jî weka rêxistinan, operasyonên îdraqkirinê rast dikin”

Cens operasyonên îdraqkirinê yên Amerîkayê yên li ser Iraqê jî bi bîr xist û weha îfade kir: “Bi hinceta ku li Iraqê sîlehên kîmyewî hene , ew ê bi van çekan zarokan bikujin, ev stokên kîmyewî di destê Iraqê de bin, dibe ku li bajarekî dinyayê êrîşeke terorîstî biqewime, êrîşî Iraqê kir. Bi bihana ku demokrasiyê bibe Iraqê, wan çekên kîmyewî derîne û îmha bike ket Iraqê. Ji ber vê yekê dewlet jî weka rêxistinan operasyonên îdraqkirinê dikin. Siyasetmedar, sînemavan û fîrmayên tîcarî jî di reklamên xwe de operasyonên îdraqkirinê dikin.”

Operasyonên îdraqkirinê yên di fîlman de

Ebdurrehman Cens li ser operasyonên îdraqkirinê yên di fîlman de jî sekinî, mîsalên ecêb pêş kirin û peyva xwe weha domand: “Gelo di fîlmên Tirk de şêl û tîpên îmam xetîban û xoceyan çawa ye? Di fîlmên Tirk de şêl û tîpên îmam û xoceyan, ma ne ew kesên sextekar, heramxur, sûkreşkar, timakarê pere, dikarin ji bo pere dînê xwe biguherînin û bi bertîlê hukma xera dikin? Tîpên wisan e ku riyên wan tevlihev bûye, tu dibê qey kesên herî xerab ên gundekî, civatekê ne. Tim îdraqkirineke weha pêk anîn. Hecî, xoce, îmam û kesên Îslamê temsîl dikin weha xistin bin şiûra însanan. Ew ên ku senaryoya van fîlman dinivîsandin kî bûn, an jî ji eserên kê dihatin stendin? Çavkaniya gelek fîlmên Kemal Sûnal, hîkayeyên Azîz Nesîn e. Ji wan hatine stendin û daxistine ser sînemayê.”

Operasyona îdraqkirinê ya Îmraliyê

Cens bal kişand ser vê yekê ku çima ji Ebdullah Ocalan re dibêjin Îmrali û weha dewam kir: “Her kes dibêje Îmrali. Kengî veguherî Îmraliyê? Kengî Ebdullah Ocalan yeksanî Îmraliyê bû? Eger hûn ferq dikin vê lîstikê, ji 2011ê vir ve ji Ebdullah Ocalan re Îmrali tê gotin. Ê min bi xwe gava Îmrali tê gotin, giravayeke hêşîn û xweşik, çardor hêla wê bi av tê bîra min, hîç yekî wek qatilê bebeyan ku li wir e û ji zilamên xwe 15 hezar kes înfaz kirine nayê hişê min. Giravayeke xweş tê hişê min. Ev çawa weha bû? Ma bi çewtî qewimî? Qetî ev ne bi çewtî ye û di bazarkirinê de hikûmet jî heye. Binêrin ji 2011ê vir ve Îmrali tê gotin, nayê gotin Ebdullah Ocalan. Gava Ebdullah Ocalan bê gotin, teror tê hişê însên, 40 hezar însanên qetilkirî tê eqlê însên. Gava Ebdullah Ocalan bê gotin, bibîrxistineke negatîf û neyînî çê dibe. Lê gava Îmrali bê gotin, ne pozîtîf be jî, tiştekî notr derdikeve holê, yanî yê tê de hîs tune be. Evana tev îdraqkirin nin.”

“Ya ji 5an yek çawa dixin ciyê temsîlkarê Kurdan?”

Cens di dawiyê de bal kişand ser zimanê ku ji bo PKK û HDPê tê serifandin jî û weha bi dawî kir: “Ji bona PKK-HDPê niha bazarkirineke ecêb tê kirin. Jê re hereketa siyasî ya Kurdan tê gotin. Îfadeya ji bo PKKê bê gotin, hereketa mîlîtarîst û sosyalîst a Kurdan e. Nifûsa Tirkiyê 75-77 milyon e. Em dikarin bêjin ku nifûsa Kurdan nêzî 25 milyonan e, yanî ji sisiyan yekê nifûsa Tirkiyê. Hejmara rayên ku HDP distîne, 2 milyon û nîv. Em ewqas hejmara zarokan jî bidin ser, bikin du qat, dibe 5 milyon. Yanî ji 5an yekê nifûsa Kurdan. Ji 5an yek çawa dibe piranî? Ger ev hejmar ji 5an çar ba, meriv dikaribû jê re bigota hereketa siyasî ya Kurdan. Meriv bigota ewqas rayê girtine, li gorî raya xwe diaxive. Eger ji 5an yek girtibe, çawa dibe hereketa siyasî ya Kurdan? Çawa dixin pozîsyona ku temsîlkarê hemî Kurdan e? Ev tev teknîkên bazarkirinê ne.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir