• DOLAR 32.59
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2489.05
  • ...
Li kovara Adimlarê êrîşa bombeyî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh êvarê, li Stenbolê, li kolana Cemîl Benguya ku dikeve taxa kağithaneyê, bombeyek di avahiya kovara Adimlarê teqîya. Di encamê de kesekî can da û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku, êvarê di saet 19.30an de li ofîsa kovara Adimlar ya mehane, bombeyek teqiya û karmendê bi navê Unal Zor can da û her 3ê birîndar jî birin nexweşxaneya dewletê ya Stenbolê.

Piştî bûyerê tîmên Quwet a Çalak, li kuçe û kolanên derdorê bergirîyên ewlehîyê girtin. Berbest hatin vekirin û kuçe ji çûn û hatina kesên pîya dimeşin re hatin girtin.

Pisporên îmhakirina bombeyan û tîma vekolînê yên devera bûyerê, dest bi lêkolînan kirin. Polîs jî li qamerayên ewlehîyê yên li derdorê vekolîn kirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir