Ji ber Şewba Berazan 33 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezîrê Tenduristiyê Muezzînoglu diyar kir ku Jimara nexweşên ku teşhîsa mîqroba H1N1ê li wan kirin û jiyana xwe ji dest dane 33 kes in.
Wezîr Muzezzînoglu derbarê nexweşya Zekema Berazan (H1N1) agahiyê dawî da û axivî: Wek bi navê Bahora Berazan tê naskirin(H1N1) pirsgirêken cuda yen tenduristiye hebin ji, jimara nexweşen ku teşhis û naskirina mîqroba H1N1e li wan kirin û jiyana xwe ji dest dan gihaşt 33 kesi û ji vanan jî ji sedê 60 nexweşêyên domdar in.
Muzzînoglu wiha dawî li axaftina xwe anî: Di hefta dawin de di nav deh rojan de hin nexweş ji ber vê nexweşiye jiyana xwe ji dest dan. dive welatiyê me derbare ve nexweşiye de bibin xwedi agahi û pêşgirî û bergirîyê xwe bigre. (ÎLKHA)