Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 47 hezar û 283 kesan
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 47 hezar û 283 kesan û 111 hezar û 472 kes jî birîndar bûn.



Rejîma îşxalker a sîyonîst di 7ê Cotmeha 2023an de êrişî ser Xezzeyê kir. Di encama êrîşan de bi deh hezaran kes şehîd û birîndar bûn.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera Hemas û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Piştî agirbestê cenazeyên gelek şehîdan di bin avahiyên hilweşiyayî de û li kolanên ku ji ber êrîşan nehatin dîtin, hatin dîtin.
Her wiha ji ber bermahiyên rejîma îşxalker a sîyonîst teqîn çêdibin û dibine sedema birîndar û şehîdbûna Filistînîyan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 120 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan û 306 kes jî birîndar bûn.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 47 hezar û 283 kes şehîd bûn û 111 hezar û 472 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)