HAMASê derheqê şewata li Bolûyê de peyama sersaxîyê belav kir
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS, ji bo mirovên ku di şewata otêla li Bolûyê de canê xwe ji dest dane peyama şînê belav kir.



HAMASê, di daxuyanîyê de weha got:
“Em wek Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS, şîna mirovên ku di felaketa şewatê ya li Bolûyê pêk hat de canê xwe ji dest dane parve dikin, ji Komarîya Tirkîyeyê ku welatê bira ye û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re şînên xwe yên herî kur pêşkêşî dikin.
Ji mirovên ku canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikin û êş û jana malbatên wan jî ji dil û can parve dikin.
Em li hember vê felaketê bal li ser piştgirîya xwe ya bi gelê Tirk re dikşînin û ji bo hemû birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn dikin. Xwedê Tirkîyeyê û gelê wî yê ezîz biparêze û bila Tirkîye, hebûna xwe ya destekê ya li cem gelê Filistînê bidomîne.” (ÎLKHA)