Li Koreya Başûr balafira rêwîyan ket xwarê: 120 mirî
Di encama qezaya balafira rêwîyan a li Koreya Başûr de heta niha 120 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin balafireke rêwîyan a ku aîdî şîrketa rêhewayên Jeju Aîrê bû dema ku dikir dakeve Balafirgeha Navneteweyî ya Musanê qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de ji 181 kesên ku di balafirê de bûn bi tevahî 120 kes mirin.
Tê diyarkirin ku hejmara mirîyan ji ya ku tê diyarkirin zêdetir e.
Hat hînbûn ji ber ku taqimên daketinê yên balafirê venebûne qeza pêk hatiye.(ÎLKHA)