Li Cenînê êrîşa îşxalkeran: 2 şehîd
Hêzên îşxalkeran, êrîşî Cenîna Şerîaya Rojavayê kirin, di encamê de 2 kes şehîd bûn, 3 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê, diyar kir ku di encama êrîşa îşxalkeran de Kassam Muhammed Cebbar (25) û Asim Welîd Dîbaya (39) şehîd bûn.
Hat diyarkirin di êrîşê de herî kêm 3 kes jî birîndar bûn.
Çapemenîya mehellî îfade kir ku hêzên îşxalkeran bi tevî gelek leşker û wesayîtan ji noqteya kontrola leşkerî ya El Celemeyê ketin nav bajêr û li dijî bajêr êrîş dan destpêkirin, di êrîşê de gihaştin heta derdorê Nexweşxaneya Dewlet a Cenînê û yekîneyek jî li nêzê Nexweşxaneya Îbnî Sînayê xwe bicîhkirin.
Hat diyarkirin ku li hinek herêmên Cenînê di navbera hêzên îşxalkeran û berxwedêran de pevçûn pêk têne. (ÎLKHA)