Li Cenînê wesayîtek ji teref siyonistên terorîst ve hat hedefgirtin: 2 şehîd
Hat ragihandin siyonistên îşxalker û terorîst li Cenînê êrîş birin li ser wesayîtekê, di encama êrîşa ku hat kirin de 2 kes şehîd bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîş bi balafirên şer ên bêînsan hat kirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ve daxuyanîyek hat dayîn û hat gotin ku naaşê şewitî yên her du şehîdan hatine anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Cenînê.
Hêj nasnameyên şehîdan nehat diyarkirin.(ÎLKHA)