"Ew ê îthalata goştê sor wisa berdewam neke"

Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibaba diyar kir ji bo rê li ber îthalata goştê sor bê girtin derfetên welat heneû ew ê ev îthalata goştê sor bi vî awayî berdewam neke.

Abone Ol

Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibabayê ku bo ziyaretinan çûbû Entabê beşdarî vekirina fuarê bû.

Fakibaba di merasîma ku beşdarî bû de derbarê mijarê de diyar kir di roja me ya îro de heywandarî gelekî bi qedr û qiymet bûye û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Kesê ku dê vê îthalata goşt ji holê rabike û rê li ber bigre ne wezaret e; hûn kesên hilberîner in. Yanî ez ji we rica dikim wisa nefikirin ku ew ê ev îthalata goşt dê berdewam bike."(ÎLKHA)