Hat  hînbûn zêdetirî 100 sazîyên sîwîl beşdarî banga  Tora Piştevanîya li Dijî Îşxalkirina Filistînê bûn û li zêdetirî 90 bajar û navçeyê bi sed hezaran kes daketin kolanan û destekên xwe ji bo Filistînê anîn zimên.

Xwepêşandêrên ku daketin kolanan banga sekinandina qirkirin û qetlîama ku li Filistînê tê kirin, kirin.

Xwepêşandêrên ku li Madrîdê kom bûn di dema xwepêşandanê de pankartên ku li ser wan “Qatil Netanyahu, Filistîna Azad, Îsraîl lê dixe Amerîka û Yekîtîya Ewrûpa sponsorîyê dike” vekirin.

Di xwepêşanên ku hatin lidarxistin de xwepêşandêran ji hikûmetê daxwaz kirin ku têkilîyên xwe bi rejîma îşxalker re bibirin.(ÎLKHA)