Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) raporeke ku tê de daneyên li ser rewşa jinan a li Xezzeyê dihewîne weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Xezeyê ku nifûsa wê nêzî 2,3 milyon e 1,9 milyon kes ji cih û warên xwe hatin kirin  û ji wan nêzî milyonek jin in.

Di raporê de hat destnîşankirin ku serê her saetekê ji ber êrîşên îşxalkeran 2 dayik dimirin û tê texmînkirin ku nêzî 10 hezar zarok bavê xwe winda kirine.

Nûnerê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li axên Filistînê Ajith Sunghay got, "Em li Xezzeyê digihêjin qonaxeke din a sosret. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xazzeyê nêzî 25 hezar kes mirine. Ji sedî 70ê wan jin û zarok in." (ÎLKHA)