HUDA PARa ku di 10ê Çileyê de civîna danasîna namzedên şaredarîyê li Rihayê tertîp kir û nazmedên serokên hinek şaredarîyên bajar û navçeyan eşkere kir ku danasandina namzedên serokê şaredarîyan berdewam dike.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Yapicioglu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê di 22ê Çileyê roja Duşemê li Wanê li Otela Sepanê ya Wan-Edremîtê  hinek namzedên din ên serokên şaredarîyên bajar û navçeyan eşkerE bikin.(ÎLKHA)