Civîna daxuyanîya çapemenîyê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin. Metna daxuyanîyê ji teref Serokê Bajara Diyarbekirê yê Memur-Senê Remezan Tekdemîr ve hat xwendin.

Tekdemîr di daxuyanîya ku xwend de  got ku li Filistînê serê her 10 deqîqeyan carekê zarokek ji teref rejîma îşxalê ve tê şehîdkirin û di vê xwîna mezlûman a ku li Xazzeyê tê herikandin de tilîyê Amerîka û wan dewletên din ên Xerbî jî heye.

Tekdemîrê ku îfade kir îsraîl mahkûme ku tune be di berdewama axavtina xwe de bang li wan kesên ku qaşo parêzvanên maf û heqên însanan kir û got ku ey ew kesên ku îddîa dikin ew parêzvanên maf û heqê însanan in, hûn li kû ne çima dengê we dernayê? Tekdemîr dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Encax ew kesên tirsonek û zirav bi wan re tune ye  bebek, zarok û pîrekan dikarin bikujin. Bi izna Xwedê zafer a Îslamê ye. Divê neyê jibîrkirin ku Quds û Mescîda Eqsa izzet û namûsa Mislimanan e.”

Tekdemîr di dawîya axavtina xwe de îfade kir divê boykotkirina malên siyonistan bibe parçeyeke jiyana me û ji alema Îslamê van xalan daxwaz kir

1-HAMAS, temsîlkar û hikûmeta sîyasî ya meşrû  yê Filistînê ye. Ti hukmê wan qerarên ku Amerîka û siyonist derheqê Xazzeyê de bidin tune ye.

2- Divê ji bo Xazzeyê korîdora bi lez a alîkarîyê bê vekirin û Tirkîye ji vê yekê re pêşîvantîyê bike. Karwana alîkarîyê ya ku dê bê şandin ji Xazzeyê re divê bi lez bi rê bikeve û lazim e ji çar alîyê hemû kesên ehlê wicdan dawetî vê karwanê bên kirin.

3- Divê baregehanên Kurecîk û Încîrlîkê bên girtin, qet nebe heta ev qetlîam bi dawî bibin temamê fealîyetên li wê derê bên sekinandin.

4- Divê êdî bi balafirên kargoyê û ji ser behrê ji siyonistan re erzaq neyê şandin.

5- Lazim e welatên Îslamê bi hev re ambargoyeke giran û dijwar li dijî siyonistan bidin tetbîqkirin.

6- Ew kesên ku welatîyên Tirkîyê ne û ji bo qetilkirina Filistînîyên masûm çûne divê gazî wan bê kirin û divê ew bên darizandin û kesê ku tevlî sûcê bûne divê dest danîn li ser malên wan û ji welatîbûnê bên derxistin.

7- Divê ew boykota ku li dijî malên siyonistan hatiye destêkirin berdewam bike û lazim e boykot bibe parçeyeke jiyana me.

Qelebalixa ku ji bo desteka ji Filistînî re kom bûbû piştî diayên ku hatin kirin belav bû.(ÎLKHA)