Şîmşek îfade kir ew ‘Mîtînga Desteka ji Tofana Eqsayê re’ ku li Entabê lidarbixistana jî ji ber bernameya ÎHHyê ji dîrokekî dinê re taloq avêtine, ji ber vê yekê xelkê jî dawetê bernameya ku wê bê lidarxistin kirin.
Şîmşek di axavtina xwe de bal kişand Qudsa ku qîbla ewil a ûmmetê ye bû deh salan e di bin esaretê de ye û bi gîzmeyên îşxalkeran tênê eciqandin.
Şîmşek diyar kir Qudsa ku Pêxember selat û selam li ser wî be li wê derê nimêj kirîye û ji li wê derê jî çûye Mîracê li bêvîya Selahaddînên nû ye, wî destnîşan kir ku çavê Qudsê li ewladên wêrek ên ku Selahaddînên nû perwerde dikin e.
“Qudus û Xezze girêya herî bi qewet a ku ummetê bighêjîne hev e”
Şîmşek di axavtina xwe de weha got, “Ey ummeta Îslamê! Ey xelkên Misilmanan! Ey Kurdno, Tirkno, Ereban, Farisan û ewladên dinê ên Îslamê! Ey alimên, xatibên, rîspîyên ummetê û Misilmanên ku xelasîya ummetê ji xwe re kirine derd! Esareta Qudsê esareta ummetê ye. Xelasîya Xezzeyê xelasîya ummetê ye. Îro Qudus û Xezze girêya herî bi qewet a ku ummetê bighêjîne hev e.”
“Ji bo azadîya Quds û Mescîdî Eqsayê ji her bedêlê re em hazir in ku bidin”
Şîmşek di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku ji bo azadîya Qudsê lazim e ku kê çi ji destê wê tê bicîh bîne, “Em wek Evîndarên Pêxember dibêjin ku; em wek waris û torinên Selahaddîn Eyyûbî dibêjin ji bona azadîya Quds û Mescîdî Eqsayê dayîna ji her bedêlê re amade ne. Em ji doza Qudsê re ne tenê bi gotinên xwe, divê bi çalakîyên xwe jî xwedî lê derkevin. Divê em bi şiûra ku doza Qudsê doza hevpar a ummetê ye hereketê bikin û ji vê dozê re jî destekê bidin.”
“Em ê di 5ê Mijdarê roja Yekşemê de wê li Încîrlîkê bin”
Şîmşek destnîşan kir ku ew ji bona azadîya Qudsê beşdarî hemû bernameyên derheqê Quds û Mescîdî Eqsayê de dibin û dûre weha got:
“Heta ku Quds û Mescîdî Eqsa azad bibe ew ê maddeya me ya ku nayê guhertin Quds-Xezze be û ev ewakî bidome. Em wek Evîndarên Pêxember ji teşebûsa ku bi silogana ‘Ji Bo Fîlîstînê Konwoya Azadîyê’ ku ji teref sazîya bira ÎHHyê ve tê lidarxistin re destekê didin û em dixwazin ku bila xelkê me zanibe em ê di 5ê Mijdarê roja Yekşemê de wê li Încîrlîkê bin.”
“Em ji ber bernameya ‘Ji Bo Fîlîstînê Konwoya Azadîyê’ ji mîtînga xwe re taloq diavêjin”
Şîmşek di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em ‘Mîtînga Desteka Tofana Eqsayê’ ku plan dikir di 5ê Mijdarê roja Yekşemê de li Entabê lidarbixin, ji ber bernameya ‘Ji Bo Fîlîstînê Konwoya Azadîyê’ ku di heman roj û demê de tê lidarxistin qerar girt ku bila di dîrokekî pêş de bê lidarxistin. Bawerîya me tam e ku hûnê di vê meseleyê de me fêhm bikin.
Em hemû xelkê xwe yê Evîndarên Pêxember ên ku wê beşdarî mîtîngê bibûna dawetê bernameya ‘Ji Bo Fîlîstînê Konwoya Azadîyê’ ku ji teref sazîya bira ÎHHyê ve tê lidarxistin dikin, daxwaz dikin ku bila mîtînga ku hat taloqavêtin û ev konvoya ku bê lidarxistin ji xêrê re bibe wesîle.” (ÎLKHA)