Qasim, derheqê îddîayên ku ew li Cîbalîyeyê serokekî HAMASê kuştine de daxuyanîyek belav kir.

Berdevkê HAMASê Qasim di daxuyanîya xwe de weha got:

“Dijminê sîyonîst yê terorîst, îro qal kirîye ku li kampa Cîbalîyeyê serokekî tevgera HAMASê heye. Ev îddîayên ku tênê qalkirin derew e û ti parekî wî yê rastîyê tineye.

Dijminê sîyonîst yê terorîst,  bi van derewên xwe sûcên xwe yên ku li Cîbalîyeyê a li dijî sîvîl, zarok û pîrekan pêk tênê dixwaze ku meşrû bike.” (ÎLKHA)