Bi sernava “Ji Hemû Tirkîyeyê Bi Tevî Wesayîtên Xwe Diçin Baregeha Încîrlîkê” civîneke çapemenîyê hat lidarxistin.

Di civîna ku ji teref Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran, Serokê Giştî yê ÎHHyêBulent Yildirim û Serokê Komeleya Mavî Marmarayê Beheştî Îsmaîl Songur ve hat lidarxistin de bang li xelkê hat kirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku bila roja Înê hemû xelkê Tirkîyeyê bi wesayîtên xwe yên taybet û otobûsan werin ber Baregeha Încîrlîkê û ewê ji bona ku ew baregeh bê girtin wê wî dorpêç bikin. (ÎLKHA)