Çapemenîya Îbranî 14, diyar kir ku Fîlîstînîyekî berê xwe da leşkerekî îşxalker û wî bi kêrê giran birîndar kir, leşkerekî dinê jî bi çekan êrîşî Fîlîstînîyê ku çalakîyê lidarxist kir û ew giran birîndar kir.
Sîyonîstên îşxalker, ciwanê Fîlîstînî di nav xwînê de li wê derê hêştin û nehêştin ku bila midexeleya ewil a tenduristîyê jî bê kirin.
Nasnameya Fîlîstînîyê çalakîsazê nayê zanîn.
Rejîma îşxalker di êrîşa xwe ya ku 7ê Cotmehê de li Xezzeyê lidarxistibû de bû sedema şehdîbûna 8 hezarî zêdetir Fîlîstînîyan û bû sedema birîndarbûna 20 hezarî zêdetir Fîlîstînîyan, ji ber vê yekê li Şerîaya Rojava û Qudsê li dijî îşxalkeran dem bi dem çalakî tênê lidarxistin. (ÎLKHA)