Artêşa qaşo yê rejîma îşxalkeran bombebarandina li Xezzeyê didomîne.

Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê daxuyand, di encama êrîşa rejîma îşxalkeran a li Xezzeyê de heta niha 8 hezar û 306 kes şehîd bûn.

Hat îfadekirin ku di nav 24 seatên dawîn de hejmarê şehîdan 301 kes zêde bûne.

Hat daxuyandin ku hejmarê birîndaran jî gihaşt 20 hezar û 242 kesan. (ÎLKHA)