Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, êrîşî Cenîna Şerîaya Rojavayê kir.

Ji teref Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê ve daxuyanîyeke nivîskî hat weşandin, di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 4 Fîlîstînî şehîd bûn, 5 kes jî birîndar bûn.

Îşxalkeran, bi tevî makîneyên kar û bi 100 leşkeran êrîşî Cenînê kirin.

Di dema êrîşê de berxwedêrên Cenînê bi îşxalkeran re ketin nav pevçûnê.

Nîşandarên îşxalkeran jî êrîşî berxwedêran kirin û di encama êrîşê de 4 Fîlîstînîyên bi navê Emir Abdullah Şorbaci (25), Navras Îbrahîm Bacawî (28), Wîam el-Xanûn (27) û Musa Ceyarîn (23) şehîd bûn.

Di encama êrîşê de 5 Fîlîstînî jî birîndar bûn.

Kampa Cenînê tim û tim dûçarê êrîşa sîyonîstên îşxalkeran dibe. (ÎLKHA)