Li gorî agahîyên ku ji teref Hîva Sor a Fîlîstînê ve hat dayîn, doh 24 tirên dinê jî ji Derîyê Sînora Refahê ket nav Xezzeyê.

Hat destnîşankirin ku di nav tiran de av, xwarin û derman heye.

Bi tevî 24 tiran hejmara tirên ku ketine nav Xezzeyê gihaşt 118 heban.

Encax heta niha ji sotemenîyê re îzîn nehatîye dayîn.

Hîva Sor a Fîlîstînê daxuyandibû ku doh di nav rojê de 10 tir gihaştine Xezzeyê. (ÎLKHA)